‘Jin nikarin tiştên di Enfalê de jiyane bînin ziman’

Ekofemînîsta jîngehê Helwêst Kerîm diyar kir ku di Enfalê de zêdetir jin û zarok hatine qetilkirin û got: “Jin ji ber feraseta mêr nikarin tiştên ku di dema Enfalê de jiyane bînin ziman loma gelek bûyer veşartî û bê belge dimînin.”

HÊLÎN EHMED  

Silêmanî – 
Tevî derbasbûna Enfal û jenosîda li ser gelê Kurd jî; li Başûrê Kurdistanê, jinên ji Enfalê rizgar bûne rastî êrîş û astengiyên civakî tên. Ew rewşa siyasî, aborî û derûnî ya jinên Enfal dîtine, di dîroka Kurdan de nehatiye jiyîn. Ew feraseta ku jinan weke namûsa mêr dibîne bandorê li ser jinên Enfal dîtine dike. Jin di çavên medya û civakê de weke kesên lawaz tên dîtin. Ji ber wê nikarin wan trajediyên jiyane bînin ziman.

‘Civaka bi feraseta paşverû jinan weke namûs dibîne’

 Ekofemînîsta jîngehê Helwêst Kerîm, behsa rewşa jinên Enfalê dîtine kir û got: “Enfala Kurdan di sala 1988’an de bi çend qonaxan dest pê kir. Di Enfalê de tundî destdirêjî li dijî jin û zarokan hatin kirin û hatin qetilkirin. Jenosîd û Enfala li ser Kurdan, zêdetir bandorê li jinên Kurd kir. Di Enfalê de jinên Kurd rastî destdirêjî û qetilkirinê hatin. Dema jin rû birûyî  Enfalê dimînin, bandorên derûnî û fîzîkî heta dawiya jiyana wan bi wan re dimînin. Windakirina malbat û zarokan û bandorên xirab ên aborî û têkçûna pêwendiyên civakê bandorên derûnî li jinan dikin û dibin sedema valahiya civakî. Civaka Kurd, bi têkiliyên malbatî ve girêdayî ye.”

‘Divê feraseta mêr were guhertin’

Helwêst Kerîm da zanîn ku piştî Enfal û qirkirina Kurdan, gelek çete û xayîn vegeriyane nava bajaran, dest danîne ser mal û milkên şehîdên Enfalê, ev yek dibe sedema têkçûna derûnî û fizîkî û wiha got: “Bi poreşê jî guherînên fikrî çênebûn. Beşek ji jinên Enfal dîtine, ji aliyê berpirsan ve rastî destdirêjiyê hatin. Ev cureyek din a Enfala li dijî Kurdan e. Her wiha jin ji ber zihniyeta namûsê nikarin trajediya jiyane bînin ziman. Feraseta mêr jinan weke namûs dibîne. Divê destpêkê xebat ji bo tunekirina vê zihniyetê were kirin. Piştre divê saziyên taybet ji bo nivîsandin û arşîvkirina wan jinan hebin.”

‘Jin ji ber feraseta civakê bêdeng dibin’ 

Helwêst Kerîm da zanîn ku pêvajoya Enfalê tunekirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê ye û got: “Ew welatên ku çekên kîmyewî firotin rejîma Baasê, dewletên ku xwe demokrat didîtin bûn. Dewletên derve agahiya wan hemûyan ji êrîşên kîmyewî û qetilkirina sivîlan hebû. Wan ji bo neft û petrolê di sala 2003’an de rejîma Baasê tune kir. Ji ber wê girîngî nadin kesên ji Enfalê rizgar bûne. Arşîvnekirina çîrokên jinên Enfalê sedemên destdirêjiyên siyasetmedaran û desthilatdarên li herêmê ye. Her wiha civak sedema bêdengkirin û tepisandina jinan e. Nikare behsa rewş, astengî û destdirêjiyan bike. Ji bo paşverûtiyên civakê jinan weke xwe qebûl nakin. Ji ber wê jinên ji Enfalê rizgar bûne nikarin êşên xwe vebêjin.”  

‘Divê jin bikarin behsa bûyerên di enfalê de jiyane bikin’

Helwêst Kerîm di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Helwesta civakê ya li hemberî  jinên ji Enfalê rizgar bûne divê were guhertin. Rola sereke ya ragihandinê di guherîna fikrî de heye. Her wiha divê jin xwe di ewlehiyê de bibînin û baweriya wan bi wan hebe, bikaribin bûyerên jiyane vebêjin. Tevî hebûna van astengiyan baweriya bi xwe karekî zehmet e lê divê tiştên hatine jiyîn werin vegotin.”