Derbarê 10 rojnamegeran de ceza hat xwestin

Di danişîna doza 10 rojnamegerên ku ji ber xebatên pîşeyî tên darizandin de dozger ceza xwest. Danişîna dozê taloqî 3’yê Tîrmehê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Di 29’ê Cotmeha 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, nuçegihanên ajansa JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim, stajyarê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan hatibûn binçavkirin û di 16’ê Gulana 2023’yan de jî hatibûn berdan.

Danişîna doza rojnamegeran ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Rojnameger Selman Guzelyuz û Denîz Nazlim ku serbest tên darizandin û parêzerên wan tevli danişînê bûn. Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) danişîn şopandin.

‘Dozger xwest rojnameger werin cezakirin’

Dozgeriyê di danişînê de mutalaaya xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de îfaeyên şahidê nepen “K8” û şahid Kerem Gokalp esas hatin girtin û hat xwestin ku rojnameger bên cezakirin. Her wiha di mutalaayê de hat îdiakirin ku hevpeyvînên rojnamegeran bi nûnerên HDP û DEM Partiyê re kirin li ser “talîmatê” hatine kirin. Dozger, diyar kir ku MA û JINNEWS bi riyên legal hatine avakirin û îdia kir ku “moral û motîvasyona endamên rêxistinê xweş dike.” Balkêş e ku îdiaya şahid Ozgur Baran ku ji bo rojnameger Oznur Deger digot “Xebatkara MA’yê ye” jî di îdianameyê de cih girt.

Parêzer û rojnamegeran jî li dijî mutalaayê dem xwestin. Parêzer Resûl Tamûr wiha got: “Divê mutalaaya dozger fesîh be û bê fêmkirin. Divê di navbera delîl û bersûcan de eleqe hebe. Nexwe Dadgeha Bilind vê rewşê weke binpêkirina mafê parastinê qebûl dike. Tu eleqeya îdiayan û rojnamegeran bi hev re nîn e. Em dixwazin biryara kontrola edlî ya li ser rojnamegeran bê betalkirin û ji dozgeriyê were xwestin ku têkiliya di navbera îdia û muwekîlan de eşkere bike.”

Şandeya dadgehê jî biryar da ku sepana avêtina îmzeyan a rojnamegeran were rakirin lê qedexeya derketina derveyî welat domand.

Danişîna dozê taloqî 3’yê tîrmehê hate kirin.