Der barê rojnamegerên hatin derpkirin de piştî salekî doz hat vekirin

Ji rojnamegerên ku dema xwestin ji bo hempîşeyên xwe yên li Amedê hatine girtin tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn, bi derpkirinê hatin binçavkirin, piştî salek doz hat vekirin.

Navenda Nûçeyan – Der barê rojnameger Sîbel Yukler, Denîz Nazim û Yildiz Tar ku dema ji bo 16 rojnamegerên li Amedê hatin girtin, di 5’ê Tîrmehê de li Enqerê xwestin daxuyanî bidin, ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin û binçavkirin de doz hat vekirin.

Piştî derbasbûna salek, rojnamegeran bi sûcdariya “Muxalefeta li Dijî Qanûna Hejmar a 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandanan” hatin sûcdar kirin. Dozger wek hincet ji bo rojnamegeran pênaseya “Şexsên li pey hev tên qadê” bi kar anî.d

71’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê ya îdianame qebûl kir, ji bo danişîne dîroka 9’ê çileya 2024’an da.

Rojnamevan Yildiz Tar, Denîz Nazlim û Sîbel Yukler; di 2022’ê Mijdarê de bi raporên derpkirinê re, der barê erkdarên dewletê de bi sûcên "îşkence", "heqeret”, “ragihandina sûc”, “bêparkirina kesê ya ji azadiya wê/wî”, “têkildarî rayaya bikaranîna ferzkirinê bi derbaskirina sînorê bîrindar kirin” gilî kiribûn. Hatibû diyar kirin ku delîlên têrker nîne û serlêdan bi neşopandinê encam bû.