Der barê mirina koçberên Afgan de 4 kes hatin girtin
Kamyoneta ku 20 kîlometre ji Sofya dûr yek jê zarok 18 koçber mirî hatin ditîn. Polîsên Bulgar diyakirin ku di der barê bûyerê de 4 kes hatine girtin.
Navenda Nûçeyan- Kamyoneta ku 20 kîlometre ji Sofyaya paytexta Bulgaristanê dûr yek jê zarok 18 kes têde mirî hatin ditîn. Polîsên Bulgar der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û diyarkirin ku 4 bersûc girtine. Li gor zanyariyên ku bi dest ketine di kamyonetê de 5 zarok 34 kes rizgarikirin û sewqî nexweşxaneya herêmê kirine.
Rewşa hinek ji wan girane
Hat zanîn ku hinek ji wan yên ku tedawiyê dibînin, rewşa wan girane. Serokê servîsa lêpirsîna navnetewî ya Bulgaristanê Borislav Sarafov got ku hinek ji koçberan hatine ditîn, di heman demê de wezîrê tendirûstiya Bulgaristanê Asen Medzhidiev da zanîn ku mirov demek dirêj birçî, rastî serma û nemê hatine û got: “Ew kesên ku di kamyonetê de bê oksîjen mane. Hewa serma û nemê û ev çend roje xwarin nexwarine.”