Denîz Poyraz di salvegera 2’emîn de hat bibîranîn

Denîz Poyraz a di êrîşa li dijî avahiya avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de hat xwestin hemû berpirsyarên qetilkirina Denîz Poyraz bên darizandin.

Navenda Nûçeyan- Denîz Poyraz, 2 sal berê di êrîşa nijadperest a Onur Gencer a li dijî Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê de hat qetilkirin. Ji bo Denîz Poyraz li ser gora xwe merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, bavê wê Abdulîllah Poyraz, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin, parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk, rêveberên HDP'ê yên Îzmîrê, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî tevli bîranîne bûn.

‘Ez dixwazim kesên alîkarî dane kujer ceza bigrin’

Di bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de dayik Fehîme Poyraz axivî û wiha got: “Keça min bi şev û roj xebatên xwe berdewam dikir. Carna min telefon dikir û ji min re digot, 'Ger ez dereng bim, bizane di nav kar de me.' Keça min hat qetilkirin. Ez dixwazim kesên ku alîkariya kujer kirine jî ceza bigrin. Divê dewlet nebêje “Mirovek bû mir, hat jibîrkirin.” Şehîd tu caran nayên jibîrkirin, her dem di nava me de dijîn. Şehîd tu carî namirin. Hemû kes Denîz in. Ez hemû kesên li vir wek Denîz dibînim. Denîz jî Denîza hemû kesan e. Spas ji we hemûyan re. Ez dibêjim jin jiyan e, jin jiyan azadî."

'Bila ji Denîz re soza me be’

Seroka Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan a di bîranînê de axivî, anî ziman ku bi qetlîamê re xebatên siyasî yên partiyê hatine hedefgirtin û axaftina xwe wiha berdewam kir:

“Ev êrîş encama gotinên nefretê yên hikûmetê ye. Sûcdar ne tenê kujer e ku tetîkê dikşîne ye. Yên ku van polîtîkayan jî dimeşînin berpirsiyar in. Ji burokrasiyê heta siyasetê ji bo eşkerekirina berpirsyarên vê qetlîamê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em doza Denîz Poyraz bi vê perspektîfê dişopînin. Wek Denîz Gezmiş ê ku Denîz navê wî girt, got, heta pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk mafên xwe yên wekhev bi dest bixe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Pergala yek zilamî heta dawiyê naçe. Em ê bi dengên aştî û wekheviyê yên ji kolanan bilind dibe, bi dengê têkoşîna jinan vê hikûmetê biguherînin. Bila ji Denîz re soza me be, em ê heta welatekî azad ava bikin, têkoşîna xwe bidomînin."

‘Heta ku edalet pêk were têkoşîna me dê bidome'

Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Cavît Ugur jî wiha axivî: “Me dît ku ev pergala olperest Kurdan çawa dibîne û dê çawa pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ew difikirîn ku ew ê bi kuştina Denîzan me xilas bikin lê em li vir in. Em dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê wek welatiyên wekhev bijîn. Heta ku aştî pêk were em ê, têkoşîna xwe bidomînin."

Peyruza Kurt a ku li ser nave Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê mafê axaftinê girt, bîr xist ku di ser qetilkirina Denîz Poyraz re 2 sal derbas bûne û wiha got: “Divê hemû kes bizanin ku destên dirêjî zarokên Kurd dibin, dê bişkên. Em ê heta ku di doza Denîz Poyraz de edalet pêk were têkoşîna xwe bidomînin. Jin jiyan e, jiyan tu caran bi dawî nabe.”

Herî dawî jî parlamentera Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Burcugul Çubuk soza ku wê Denîzê li her qadê bidin jiyîn da û wiha got: “Di şexsê Denîz Poyraz de hemû hevalên ku di bin dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ de têdikoşin silav dikim. Li dijî pergala dewletê ya mêr bêyî ku em dest ji hev berdin em ê têbikoşin. Em li vir in dest ji hev bernadin, sozên ku me dane Denîzê em ê bigrin.”

Bernameya bîranînê wê saet di 16.00’an de li avahiya bajêr a HDP’a Îzmîrê bi pêşkêşkirina sînevîzyonê û kursiya serbest berdewam bike.