DEM Partiyê herêmên ku dê li bajarên Tirkiyeyê namzet nîşan bidin eşkere kir

Berdevka Partiya DEM'ê Ayşegul Dogan, herêmên ku li bajarên Tirkiyeyê dê namzetan lê nîşan bidin eşkere kir û wiha got: "Hilbijartin wê bibe serkeftina li xwe xwedî derketinê.”

Navenda Nûçeyan – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM), biryarên di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya duh de hatine wergirtin, eşkere kir. Berdevka Partiya DEM'ê Ayşegul Dogan, di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya partiya xwe de, der barê stratejî û biryarên di hilbijartinên rêveberiyên herêmî pêkbînin de axivî.

‘Em ê yên bi darê zorê ji me girtin paş ve wergirtin’

Ayşegul Dogan, qala biryarên ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de hatine wergirtin kir û wiha got: “Em ê yên bi darê zorê ji me girtin paş ve wergirtin.” Ayşegul Dogan destnîşan kir ku hemû şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin dê bi vîna gel re bînin bahev û anî ziman ku dê her wiha destkeftiyên nû bi dest bixin.

Cihên wê namzet bên nîşan dan

Ayşegul Dogan, da zanîn ku dê bi avakirina yekitiya hêzan re bi pêş ve biçin û bajarên Tirkiyeyê ku dê merhaleya ewil namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin. Li gorî vê bajarên ku dê DEM Partî di merheleya ewil de namzetan lê nîşan bide wiha ne: “Navçeyên Ceyhan, Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê; navçeya Kepez a Antalyayê; navçeyên Akdenîz, Toroslar û Tarsûs ên Mêrsînê, navçeyên Esenyûrt, Sancaktepe, Adalar û Sûltanbeylî yên Stenbolê, navçeyên Dîdîm, Efeler, Germencîk û Soke yên Aydinê; navçeyên Cîhanbeylî û Kûlû yên Konyayê, navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê; navçeyên Torbali, Bayrakli û Menemen ên Îzmîrê; navçeyên Golmarmara, Tûrgûtlû û Yûnûsemre yên Manîsayê; navçeya Gokçeada ya Çanakkaleyê û navçeyên Çorlû û Çerkezkoyê yên Tekîrdagê.”

Ayşegul Dogan, eşkere kir ku dema serlêdana bernamzetan 5 roj din hatiye dirêjkirin. Bi vî awayî dema serlêdanan heta 25’ê kanûnê hate dirêjkirin.