Dayika Zekiye Alkan Îsmet Alkan jiyana xwe ji dest da

Dayika Zekiye Alkan Îsmet Alkan li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan-Dayika Zekiye Alkan Îsmet Alkan roja Yekşemê ji ber krîza dil li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îsmet Alkan piştî merasîma ku dê îro danê nîvro li Narlidere Cemevî bê kirin dê li Goristana Narlidereyê bê definkirin. Piştî definkirina li goristanê wê li Cemevî xwarin bê dayîn.

Xwendekara Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Zekiye Alkan, zilma li ser gelê Kurd dihat kirin qebûl nekir û di 21'ê Adara 1990'an de çû ser sûrên Amedê agir berda bedena xwe.