'Darizandina çeteyên DAIŞ'ê dê xwebaweriya jinan bilindtir bike’

Gulîstan Elî, diyar kir ku , çeteyên DAIŞ'ê dê li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser bên darizandin û ev darizandin dê qetilkirin û kolêkirina jinan re bibe bersiv."

BÊRÎTAN SARYA

Navenda Nûçeyan- Di navbera salên 2014-2019’an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi pêşengiya hêzên YPG û YPJ’ê li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke bênavber da meşandin. Di pêvajoya 4 salan de zêdetirî 10 hezar şervanên QSD’ê li dijî DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di êrîşên bombeyî û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin.

Di Komkujiya Şengalê ya ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de dabû destpêkirin de jî, bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, 7 hezar jin û zarokên Êzidî hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin. Nêzî 2 hezar û 700 jinên çeteyên DAIŞ'ê revandin hîn jî winda ne.

Lê tevî vê hemû bîlançoya tarî û hîn jî xeteriyê ava dike jî, Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û welatên girêdayî wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pirsgirêka çeteyên DAIŞ'ê yên girtî re bi tenê hişt.

Du "Dadgehên Parastina Gel" ku di sala 2014'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin û bi sûcên terorî re mijûl dibe, ev nêzî 8 sal in çeteyên DAIŞ'ê yên Sûriyeyê didarîzin e. Lê di 23'ê Adara 2019’an de bi rizgarkirina Dêrezorê Bahozê ku parçeyê dawî yê di destê DAIŞ’ê de bû re, heta niha hezaran çeteyên hatine girtin an jî teslîm bûne, bi tu awayî nehatine darizandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10’ê Hezîranê de ragihandibû ku dest bi amadekariya darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî dike. Darizandina 10 hezar çeteyên DAIŞ'ê yên ji 60 welatan ku di girtîgehên herêmên Rêveberiya Xweser de tê ragirtin.

Lêbelê li qadê yekane pirsgirêk ne çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehê de ne. Li qadên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Tirkiye her roj êrîşî wan dike û bombebaran dike, kampên Roj û Holê yên ku jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê û Sûriyeyî û Iraqiyên ku ji feraseta DAIŞ'ê jî bandor bûne dimînin heye. Kampa Holê ya ku nifûsa wê 49 hezar û 609 ku timî car cînayet pêktên û jinên DAIŞ'ê zarokên xwe li gorî feraseta selefî bi rêxistin dikin, ji bo herêmê xeteriyeke mezin çêdike.

Me pirsgireka çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgeh û kampên herêmê de tên girtin û hûrgileyên biryara rêveberiya xweser a darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî jî, ji endama Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulîstan Elî pirsî.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe ya di 10’ê Hezîranê de ragihandibû ku biryar daye çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî yên li herêmên tên girtin bidarizîn e. Tê zanîn ku pirsgirêka çeteyên DAIŞ'ê yên girtî yên li herêman pirsgirêkek navneteweyî ye. Di vê mijarê hûn wek rêveberiyeke xweser çima biryara destpêkirina darizandinan da?

Ya rastî li gorî min darizandina rêveberiya xweser a van çeteyan pir asayî ye. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gelê vê herêmê her cure teror û hovîtî pêk anî. Çeteyên DAIŞ’ê bi salan li herêmên me serê bi sedan mirovan jê kirin û bi sedan zarok qetil kir. Bi milyonan mirov ji ber êrîş, hovîtî û ferzkirina rêgezên xwe neçar man ku axa xwe biterikînin û koç bikin. Li pêşiya çavê cîhanê jinan revandin û weke kole firotin. Di sedsala 21’emîn ku têkoşîna azadiyê ya jinan gihîşt lûtkeyê de, çeteyên DAIŞ’ê jinan kolekirin û li bazaran firotin û ji nû ve sedema koletiyê dan jiyîn. Hewl dan herêma me bikin qurbana fikrên xwe yên şaş.

'Me gelek caran bang li welatên têkildar kir'

Dema ku DAIŞ’ê li herêma me herî dawî li Bahozê jî tek çû, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku berê di bin dagirkeriya DAIŞ'ê bû de, di bin rêveberiya xweser de hat rêxistinkirin. Çeteyên ku beriya û di pêvajoya Bahozê de hatin girtin û teslîm bûn li herêmên me li girtîgehan û malbatên van çeteyan ango jin û zarok jî li kampan hatin bicihkirin. Helbet em niha ji wan re dibêjin girtîgeh, lê ev cihên ku ji ber di şert û mercên awarte û zehmetiyan de neçar maye wek girtîgeh bên bikaranîn. Me difikirî ku dê ev cih demkî bin. Ji vê demê ve heta niha em wek rêveberiya xweser bi dehan daxuyaniyan belav kirin û me bang li dewletên ku ev çete welatiyên wan in kir. Em di van bangan de li ser du mijaran rawestiyan. Yek ji wan ew bû ku welatên ku ev çete hemwelatiyên wan in, werin û ew bibin û li welatên xwe bidarîzinin. Me diyar kir ger ev nayê pekanîn jî divê li herêma me dadgeheke navneteweyî bê avakirin û çete bên darizandin.

'Bêdengiya navneteweyî metirsiya li ser herêmên me zêde kir'

Lê heta niha ev dewlet berpirsyariyên xwe yên der barê darizandina van çeteyan de bi cih naynin û bêdeng dimînin. Ev jî li ser rêveberiya xweser û herêmên me giranî û metirsiyeke cidî çêdike. Li herêmên me şer rojekê jî nesekinî. Her roj êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me pêkte. Van êrîşa bi top û SÎHA’yan pêktîne. Di heman demê de hucreyên DAIŞ'ê yên li herêmê bi cih bûne xurt dike. Ji bo vê jî ji QSD, YPG, YPJ’ê bigre heta Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Erka Xweparastinê (HPC) hemû hêzên me neçarin hem civakê û hem jî xwe biparêzin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker li ser esasê tinekirina vê civakê êrîşan pêk tîne û van êrîşan her ku diçe zêdetir dike. Lê hebûna bi deh hezaran çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan li herêmên me, dibe sedem ku hêzên me li hemberî vê rewşê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk mijûl bibe.

Çeteyên ku hem li girtîgehan û hem jî li kampa Holê dimînin gelekî xeternak in. Ger li hemberî wan tedbîr neyên pêşxistin, dê xwe ji nû ve birêxistin bikin û bi hêztir bibin. Mînak em vê yekê li kampa Holê dibînin. Fikrên xwe yên Selefî yên Cîhadî bêhtir birêxistin dikin û ev yek di mejiyê zarokan de jî bi cih dikin. Piştgiriya ku dewleta Tirk a ji bo wan dide ne kêm e. Eşkere bû ku dewleta Tirk piştgirî dabû êrîşa ku sala borî di Girtîgeha Sînea ya Hesekê de pêkhatibû. Ji bo şikandina vê êrîşê bi dehan şervan şehîd ketin.

Gelo piştî ku hûn ragihandin hûn wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmên we hatine girtin bidarizînin, ji welatên ku ev çete hemwelatiyên wan in, serlêdanek gişt an ne? Dewletên ku di vê mijarê de bi awayekî fermî serlêdana kirin an jî bersiva dan çêbûn an ne?

Niha li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAİŞ’ê yên girtî ya derdora 60 welatan heye. Piştî ku em wek rêverberiya xweser ragihand ku çeteyên biyanî yên DAIŞ'ê bidarizînin, welatên têkildar tu bertekên fermî nîşan nedan. Tenê pirsên wekî “ev darizandin dê çawa, bi çi rengî û li ku derê bên kirin?” hat pirsîn.

Hûn ê çeteyên DAİŞ’ê li gorî kîjan qanûnan darizînin û darizandina van çeteyan dê çawa bê?

Darizandina çeteyên DAIŞ’ê dê li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê be. Ji ber ku qanûnên xwerêveberiyê ji xwe li ser esas girtina rêbazên giştî yên mirovî hatine pêşxistin. Di vê mijarê de li Qamişlo û Kobanê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê du dadgehên me yên terorê hene. Hêj tê nîqaşkirin dê ev darizandin çawa pêk werin. Lêbelê, hîn jî di mijara  dê ev darizandin li ku û bi temamî dê çawa bên kirin de nîqaş didomînin. Dê bê zelalkirin û dest bi pêvajoyê bikin. Dê darizandinan ji çapemeniyê re vekirî bên kirin. Vê demê pirsên endamên çapemeniyê û pirsên hemû kesan bên bersivandin.

Dadgeh dê ji bo hemû kesê vekirî bin. Di heman demê de kesên ku rastî tundiya çeteyan hatine an jî zarok û xizmên wan ji aliyê van çeteyan ve hatine qetilkirin û şehîd xistin, dê li van dadgehan giliyê xwe bikin û dozê vekin. Ji xwe dema ku nîqaşa dê darizandin çawa pêkwerin bi encam bibe, dê hemû mijarên gilî û doz çawa werin vekirin zelal bibe.

‘Dê jin û mêrên DAİŞ’ê yên di girtîgehan de tên girtin bên darizandin’

Li herêma we çeteyên DAIŞ'ê yên jin jî hene. Dîsa jin û zarokên çeteyên DAIŞ'ê li kampan dimînin. Gelo darizandina endamên DAIŞ'ê yên jin jî bên kirin an ne?

Di mijara terorê de di navbera jin û mêr de tu cudahî nîne, ji heman dosyeyê girtî ne. Jinên DAIŞ'ê yên niha di girtîgehan de girtî ne, jinên ku gumanên cidî li ser wan hene, sûc kirine û mirov qetilkirine ne. Dê darizandinan bê kirin. Di vî warî de tu cudahî neyê kirin. Hemû prosedurên ku ji bo vê darizandinê hatine diyarkirin dê ji bo wan jî were sepandin û bên darizandin.

Lê rewşa jinên DAIŞ'ê yên li kampan hinek din cuda ye. Belê ev jî tevlî DAİŞ’ê bûne û alîkariya DAİŞ’ê kirine, lê wek yên din sûcên giran pêkne anîne. Em van wek çeteyên DAIŞ'ê yên jin û mêr ên ku niha girtine dest nagrin. Ji ber vê sedemê li şûna ku em wan bidarizînin, dema welatên ku hemwelatiyên wanin dixwazin, radestî wan dikin.

Lê ger gumana jinên li kampan dimîn jî mirovan qetilkirine û sûcên giran kirine cidî be, dê ev bê lêkolînkirin. Dîsa di vê mijarê de kesên ku sûcên wan hatine tesbîtkirin û der barê van de doz û gilî hene, dê bên darizandin.

'Dê darizandinan ji bo zerara ku DAIŞ'ê daye jinan jî bersivek be’

Beşa ku çeteyên DAİŞ'ê herî zêde zirare da jin bûn. Bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê van çeteyan ve hatin revandin û kole kirin, li bazaran hatin firotin û qetilkirin. Dîsa çeteyên DAİŞ’ê li Rojava bi pêşengiya jinan tekçû. Gelo darizandina we ya çeteyên DAİŞ’ê di warê jinan de xwedî girîngiyek çawa ye?

Belê, çeteyên DAIŞ’ê herî zêde zirarê didin jinan. Lê belê bi berxwedanî û pêngavên bi pêşengtiya YPJ'ê hatin meşandin re ev çete ji aliyê jinan ve tekçûn. Bi rastî jî ev rewş derxist holê ku tu kes nikare vîna jinan bişkîne.

Niha darizandina çeteyên DAIŞ’ê jî, wek tekçûna van çeteyan ya ji aliyê jinan ve, di mijara ku zirarên danê jinan de dê bibe bersivek. Dê ev darizandinan bawerî û moralê jinan bilind bike. Darizandin û cezakirina çeteyên DAIŞ’ê dîsa dê ji bo bi dehan şehîdên jin ên di şerê li dijî van çeteyan de jiyana xwe ji dest dane, bibe bersivek. Hem ji bo rêhevalên wan û hem jî ji bo hemû jinên di xeta şehîdên me yên azadiya jinê de dimeşin dê bibe moral.

'Di herêmên me de qanûn û rêgezên jinan hene’

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan sazî, rêxistin û tevgerên jinan hene. Dê beşdarbûna jinan a van dadgehan çawa be? Dê dawekar û beşdariya jinn a wan dadgehan çawa be? Gelo dê tenê di asta şexsî de tevger bikin an bi awayekî birêxistinkirî dikarim bibin dawekar?

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zagon û rêgezên jinan hene. Dikarin li gorî wê bên darizandin. Lêbelê hêj nehat zelal kirin dê ev darizandin çawa bibin.  Di vê mijarê de diwanên dadê û dadgehên terorê nîqaş û amadekariyan didomînin. Dema ev nîqaş bi dawî bin dê daxuyaniyên pêwîst ji çapemenî û raya giştî re bên dayîn. Lê niha ji ber ku biryara dawî ne diyar e, em nikarin binirxînin.

Herî dawî bi rastî jî darizandina terora DAIŞ’ê û van çeteyan mijareke ku bi awayekî hemû mirovahiyê û jinan bandor dike ye. Di vê derbarê de tiştekî ku hûn dixwazin ji cîhanê û jinan re diyar bikin heye?

Wekî ku min di serî de jî behs kir, me wek Rêveberiya Xweser ji sala 2018’an û vir ve di mijara çeteyên DAİŞ’ê yên di girtîgeh û kampan de ne bi dehan daxuyanî dan û bang li hemû dewletên ku hemwelatiyên wan in helwesta xwe zelal bikin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin û van çeteyan li welatên xwe an jî avakirina dadgehek navneteweyî bidarizinin. Em carek din vê banga dubare dikin.

Niha li herêmên me di kamp û girtîgehan de girtina ewqas çeteyên DAIŞ'ê ne tenê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo tevahiya herêmê û cîhanê xeteriyeke cidî ye. Em dixwazin ji bo derbaskirina van xeteriyan hemû kes piştgiriya  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û van darizandinan bike.

Dîsa em di vê mijarê de ji tevgerên jinan û jinan piştgiriyê dixwazin. Divê tevgerên jinan ên cîhanê jî piştgirî bidin tevgera jinan û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi taybetî jî divê jinên di vî warî de xwedî pispor teqez piştgiriyê bidin van darizandinan û ev pirsgirêka DAIŞ’ê bê çareserkirin.