Danişîna doza Farîba Abbasî hat dîtin

Danişîna doza midûra karê nivîsê ya rojnameya serbixwe Farîba Abbasî hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Danişîna doza midûra karê nivîsê ya rojnameya serbixwe Farîba Abbasî, li 1’emîn Daîreya Cezayê Şaxa 9’an bi amadebûna heyeta dadgehê hat dîtin.

Di dozê de, Karargeha Sarallah û Navenda Ewlehiye ya Mufafizên Şoreşê, rojname bi "Ji bilî weşandina materyalên dijîqanûnî û weşandina marteryalên ku zirarê dide pergalê" sûcdar kirin.

Li gorî rojnameya serbixwe, Farîba Abbasî van sûcan redkirin û parastina helwestên rojnameya serbixwe ya der barê serhildana şoreşgerî ya “Jina Jiyana Azad” kir.

Li gorî rojnameya serbixwe Farîba Abbasî, parastina werzişvanên wek Rasoûl Khadem, Alî Dayî, Alî Ksrîmî, Varya Ghafourî, Hosseîn Mahînî û Arash Glolamî kir ku di serhildana şoreşgerî ya “Jin Jiyan Azadî” de bi gelê Îranê re bûn kir û van qehremanan wek hoparloyên daxwazên gelên Îranê  pênase kir