Dadgehê çawişê pispor ê ku zarok qetil kir ‘bêqusûr’ dît!

Çawişê pispor A.K.P. ê ku ji ber leza zêde li Erdem Aşkanê 5 salî xist û jiyana xwe ji dest da, ruxmê sûcê xwe qebûl kir jî di raporên ku hatin amadekirin de A.K.P. ‘qisura talî’ Erdem jî ‘qisura sereke’ hat dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg - Wesayîda çawîşê pispor A.K.P yê li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Geverê dixebitî dema ku ji navçeya Gevera Colemêrgê ber bi riya Wanê ve diçû, di 7'ê Hezîranê de li Erdem Aşkanê 5 salî xist. Erdem Aşkan ê ku ji ber lêdanê 50 metre ji ser rê pekiya li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, çawişê pispor jî piştî bûyerê bi şertê kontrola edlî hat berdan. Di Rapora Daîreya Pisporê Trafîkê ya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya ku piştî bûyerê hat amadekirin de, Erdem Aşkan ê ku hat qetilkirin 'qisurê sereke', A.K.P jî weke 'qisurê talî' hat dîtin. Lê çawîşê pispor ê ku weke 'qisurê talî' dihat dîtin, di îfadeya xwe de qebûl kir ku sînorê leza xwe derbas kiriye.

Çekê dirêjî kesên ku bertek nîşan dan kir!

Bûyer 7’ê Hezîranê saet di 16.00’an de pêk hat. Di wêneyên ku di çapemeniyê de hatin weşandin; A.K.P. bi awayekî xeter qemyona li pêşberî xwe derbas dike û bi lez û bez dikeve rê. Wesayît piştî ku derbas dibe li Erdem Aşkan ê ku bi dayik û xwişka xwe re derbas dibû diqelibe. Erdem Aşkan ê ku ji ber lêdanê bi dehan metre dixişike, ji aliyê kesên ku şahidî ji bûyerê re kirine rakirin nexweşxaneyê, çawîşê pispor A.K.P. jî çek radike ser kesên ku di dema bûyerê de bertek nîşanî wî didin û direve.

Nebûna derbasbûna peyariyê weke hincet hat nîşandan!

Li gorî îfadeya şahidan, A.K.P. ku li ser rê bi leza 50 kîlometre leza zêde diçû, piştî ku hate binçavkirin demek kin bi şertê kontrola edlî hate berdan. Çawişê pispor bi hinceta rapora qezayê ya ku ji bo cihê bûyerê hatiye amadekirin serbest hat berdan. Di raporê de Erdem Aşkan ê 5 salî ku di encama lêdana wesayîtê de jiyana xwe ji dest da, bi hinceta ku derbaza peyayan bi kar neaniye, "qisurê sereke" hat dîtin. Di dema ku parêzeran li hemberî rapora amadekirî nerazîbûn nîşan da, di demek kurt de derket holê ku li cihê bûyerê derbasê peyayan nîne.

A.K.P. qebûl kir ku ew ji sînorê lezê derbas bûye!

Di Rapora Daîreya Pispora Trafîkê ya ATK'ê ya têkildarî bûyerê de hat amadekirin de dîsa Erdem Aşkan xwedî 'qisurê sereke' hat dîtin. Di biryara ku hat dayîn de bal hat kişandin ser temenê Erdem, çawîşê pispor 'qisurê talî' hat dîtin û tenê îfadeyên çawîşê pispor di raporê de cih girtin. A.K.P. ku di îfadeya xwe de qebûl kir ku sînorê leza xwe derbas kiriye got: "Bi qasî ku tê bîra min, li ser rêya ku diviyabû leza wê 50 km/h be ez bi 60 km/h diçûm."

Di berdevamiya raporê de ev tişt hatin ser ziman

“Hate hînbûn ku Erdem Aşkan ê di sala 2019’an de ji dayik bûye, li cihê bûyerê hewl daye rêya parçebûyî derbas bike û di encama vê tevgerê de rastî lêdana li parçeyên pêş ên wesayîtê yên ji aliyê rastê ve nêzîk dibe hatiye. Di bûyerê de faktorên nêzîkatiyên ji ber temenê wî bandorek mezin li ser encamê kir.”

'Tevî ku peya dît jî leza xwe kêm nekir'

Parêzerê dosyayê Omer Faruk Aşkan bertek nîşanî biryara di raporê de da û diyar kir ku ew rapor bi tevahî neheqî dibînin. Omer Faruk Aşkan, anî ziman ku her çend li hemberî raporê îtîraz bikin jî bersiva îtîrazên xwe negirtine û da zanîn ku dozgeriyê dê îdianameya rapor têr e amade bike û û wiha got: "Li gorî vê raporê hatiye amadekirin. Di raporê de hat qenaetkirin ku îfadeya gumanbar esas e. Her çiqas di bûyerê de 3-4 kesan şahîdî kirin jî îfadeya wan nehat esas girin. Tevî ku di raporê de tê gotin ku hemû delîl hatine lêkolînkirin jî, em di wê baweriyê de ne ku dîmen nehatine temaşekirin. Di vê raporê de bi taybetî temenê Erdem hate destnîşankirin. Di agahiyên di dosyeyê de em dibînin ku ajokar bi leza zêde diçû, dîsa dizivire û her çendî li ber xwe peya didît jî leza xwe kêm nekiriye. Ji xeynî vê, ne girînge  ku zarok derketiye ser rê. Ger li qor  quralên trafîkê tevbigeriya, Heger Erdem xwe bixista ser rê jî dê di nav me de bûya. Lêbelê, ev qeza bi tevahî ji ber sûcê ajokar pêk hatiye. Em vê rewşê qet qebûl nakin."

'Biryara ku hatiye dayîn ne samîmî ye'

Omer Faruk Aşkan axaftina xwe berdewam kir û got:

“Tevî ku me îtîrazê raporê kir jî, dozgeriyê got, “Kêmbe jî qisurek hatiye dayîn. Ev besî min e”.Me ji dozgeriyê xwest ku dîmenan ji pispor re bişîne, lê ne qebûl kirin û ne jî red kirin. Dema ku me ev yek bi devkî got, me bersiva 'ez hewce nabînim' girt. Piştre dema ku me daxwaza keşfê kir û got 'ji bo vê jî tu bersiv nehat' Tu daxwazên me nehatin qebûlkirin, ji bilî vê me daxwaza qeydên HTS kir ev jî di dosyayê de cih negirt. Di encamê de di raporê de hat diyarkirin ku ajokar qisurê talî û Erdem jî qisurê sereke ye. Di vê dosyayê de, qisurê sereke ajokar e, lê dîsa jî biryara ku hate dayîn ji me re samîmî xuya nake. Em ê îtîrazên xwe yê pêwîst  bidomînin û li dadgehê mafên xwe bigerin."