Ciwanên Şengalê bi meşeleyan meşek li dar xistin

Ji gundê Xelef heta seytera gundê Barê jin û ciwanên Ereb ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi meşeleyan meşek li dar xistin.

Şengal- Di çarçoveya pêngava ku bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ hatibû destpêkirin de, li Şengalê çalakî didomin. Duh êvarê ciwan û jinên ciwan ên Ereb ên Şengalê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşeke bi meşeleyan li dar xistin. Meşê bi dirûşm û rakirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji gundê Xelef heta seytera gundê Barê berdewam kir. Piştî meşê daxuyanî ji aliyê endamê meclisa ciwanên Ereb Miseb Elereb ve hat xwendin û wiha hat gotin:

‘Em ê heta azadiya fizîkî ya serokê xwe têbikoşin’

“Serok Apo dibêje me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bixin. Em jî weke ciwan soz didin ku heta azadiya fizîkî ya serokê xwe em ê têbikoşin. Ji bo pêngava ku ji bo azadiya fizîkî ya serok û ji bo serxwebûna Şengalê hatiye destpêkirin, weke ciwanên Ereb ên Şengalê çi bikeve ser milên me em ê bikin.

Em weke ciwan soz didin serok Apo û gelê Şengalê ku em ê tu carî poşman nebin û têkoşîna xwe heta azadiya fizîkî ya serokê xwe bidomînin. Çi ji ji me were xwestin heta dilopa xwîna xwe ya dawî em amade ne bikin.

‘Bi saya analîzên Serok Apo Şengal rizgar bû’

Jina ciwan Meha Zêtî ku beşdarî meşê bibû ji me re axivî û wiha got: “Em spasiya serok û gerîlayên azadiyê dikin. Bi saya wan şengal îro azad e û em jî pê re azad in. Em spasiya serokê xwe dikin ku Şengalê bi fikrên xwe rizgar kir. Îro em parastina azadiya xwe, welatê xwe û cîhana xwe dikin. Ji bo wê jî pêwîst e em hemû bibin yek ji bo azadiya serokê xwe, çawa wî em parastin û Şengal rizgar kir, em jî wî rizgar bikin. Ji bo wê jî îro em meşeke bi meşeleyan li dar dixin ji bo azadiya fizîkî ya serokatiya xwe.”

‘Erka me ew e ku em serokê xwe azad bikin’

Merwa Fadil yek ji jinên ciwan ku beşdarî meşê bûbû bi van hevokan diyar kir ku ew ê her tiştî bikin heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dest bixin û wiha got: “Îro em weke ciwanên Ereb meşa xwe ji bo azadiya fizîkî ya serokê xwe li dar dixin. Serok Apo em azad kirin, Şengal rizgar kir, îro erka me ew e ku em têkoşîna xwe bilind bikin ji bo azadiya serokê xwe.”