Civîna Meşa Jinên Cîhanê wê di 6'ê Cotmehê de li Enqereyê bê lidarxistin

13. Civîna Navneteweyî ya Meşa Jinan a Cîhanê wê li Enqereyê bi hinek panel û çalakiyan bê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan -  13'emîn Cîvîna Navneteweyî ya Meşa Jinan a Cîhanê, hinek panel û çalakiyan wê di 6-12'ê Cotmehê de li Enqereyê bê lidarxistin. Tê payin ku ji 62 welatan ji 150 kesî zêdetir kes tevlî vê çalakiyê bibin. Wê bername di 6-7-8'ê Cotmehê de bi çalakiyên ji gel vekirî dest pê bike. Ew ê heta 9-12'ê Cotmehê çalakî bidome.  

Wê bernameya ewil di 6'ê Cotmehê de bi panelê dest pê bike. Wê di 7'ê Cotmehê de jî li Navenda Çanda Kocatepeyê wê bi mijarên cuda jin biaxivin. 

Wê meş li Meydana Tandoganê pêk were

Di 8'ê Cotmehê de jî saet di 15.30'an de li Meydana Tandoganê bi dirûşma "Ji bo jiyanê em li berxwe didin, ji bo em biguherin em dimeşin" meşek navneteweyî pêk were.