Bûkan nebza pêla şoreşgerî ya li Rojhilat zindî digre

Li Bûkanê piştî bangawaziya malbatên kesên hatin qetilkirin, bajar bi temamî ji aliyê çalakvanan ve hat girtin. Welatiyên ku bi malbatên kesên hatin qetilkirin re di nava hevgirtinê de ne, çûn goristana bajêr û piştgirî dan merasîma hat li dar xistin.

LARA GEWHERÎ

Bûkan – Li Îranê çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiribûn, berdewam dikin. Bûkan yek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye ku piştgiriya şoreşa “Jin, jiyan, azadî” kir û piştre ji aliyê hikûmeta ve Îranê rastî zextên giran hateye. Ji destpêka serhildanên Îranê ve heta niha 16 ciwanên Bûkanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin.

Piştî banga bîranîna ya 40 rojiya kesên ji aliyê polîsên Îranê ve hatin qetilkirin, esnaf û bazarnavan kepengên xwe danîn Xwendekaran bi tevlî nebûna dersan re, tevlî boykotê bûn.

Esnaf di girevê de ne

Yek ji esnafên ku li Bûkanê cil û berg difiroşe Shîma, wiha got: "Hemû esnafan ji bo nirxa malbatên şehîdan biryar dan dukanên xwe bigrin û mirinan şermezar bikin. Hin mirovan ji cezayên pereyan û mohkirina dikanên xwed ditirsiyan, lê em îro bi empatî danîna malbetên şehîdan re çûn grevê û neçûn ser karê xwe.”

'Hewl hat dayîn merasîm bê qedexekirin'

Shîma ya got piştî greva girseyî, bi armanca piştgirî dayîna malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûne, diyar kir ku çalakî hatiye qedexekirin û wiha got: “Hemû kolanên derdora goristanê û derdorê goristanê bi wesatiyên zirxî û hêzên ewlehiyê tijî bûn û gelek leşkerên xwecihî yên bipere ji bo kombûna gel ya li ser gorên şehîdan bariyeran dihonandin.”

'Tevî ewlehiyê jî tevlîbûn zêde bû'

Sahar ku bi xwişka xwe re tevlî merasîmê bû, bi van gotinan dest nîşan kir ku tevî zextan jî mirovan bihev dicivîn: "Em û hejmarek kes bi peyatî çûn goristanê. Tevî hemû derdora ewlekariya bilind jî qelebalix bû. Bariyer û leşkerên bi pere kesên li goristanê ber bi kêlekê ve tamdan, lê tevî vê yekê jî qelebalix jhin zêdetir mezintir bû.”

Rê hatin girtin

Malbatên ku li ser gora zarokên xwe axaftin kirin, bi dirûşme û tilîliyan piştgirî dan merasîmê. Gelê ku piştî merasîmê herikin kolanan, dirûşmeyên "Jin, jiyan, azdî", "Şehîd namirin", "Mirin ji dîktator e" û "Kurdistan dê bibe gora faşîstan" berz kirin. Hêzên hikûmetê ku nekarîn girseyê bigrin bin kontrola xwe, hewildan bi tiving û gaza ronikbariner re girse belav bikin. Gel tevî hemû astengiyan jî li ser cedê trafîk pêkanîn, reyan girtin û bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe domandin.