Biryara girtina rêxistinên mafên mirovan û femînîst ên Fîlîstînî hat şermezarkirin

Wezareta Karûbarên Jinan, Komeleya Jinên Karker a Filistînê û Yekîtiya Giştî ya Jinên Filistînî biryara Îsraîlê ya girtina gelek saziyên jinan û mafên mirovan şermezar kirin.

Xeza - Di çarçoveya "Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya Îsraîlê ya 2016'an" de, biryara girtina 6 rêxistinên sereke yên civaka sivîl ên Filistînê yên mafên mirovan û femînîst hat dayîn.

Wezareta Karûbarên Jinan a Filistînê bi daxuyaniyekê biryara girtina saziyên mafên mirovan şermezar kir û wiha got: "Armanca vê biryarnameyê sînordarkirina mafên mirovan ên rewa yên gelê Filistînê, sînordarkirina xebatên mirovahî û azadiya derbirînê ye.”

“Destpêka şerekî li dijî mafên bingehîn ên gelê Filistînê ye”

Di daxuyaniya Wezareta Karûbarên Jinan a Filistînê de bal li ser armanca hedefgirtina saziyan kişand û wiha got: “Girtina saziyan, destwerdana naverokên wan û dizîna hin dane û zanyariyên wan, destpêkek e bo şerekî vekirî ya li dijî tevgera mafên mirovan ya Filistînê û mafên bingehîn ên gelê Filistînê ye. Tiştê ku Îsraîl teşwîq kir ku vê gavê bavêje, bertekên navneteweyî yên bêhêvî yên derbarê hedefgirtina berê ya rêxistinên mafên mirovan ên Filistînî di 19'ê Cotmeha 2021'an de û civaka sivîl a Filistînê bû. Em bang li saziyên civaka navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin û mafê van rêxistinan û mafê bingehîn ê gelê Filistînê biparêzin."

“Em ê xebatên xwe bidomînin”

Yekîtiya Giştî ya Jinên Filistînî jî ev biryar şermezar kir û anî ziman ku ew saziyek sivîl a femînîst û pêşverû ye ku ji bo mafên jinên Filistînî têdikoşe û sûcên dagirkeriyê yên li dijî wan eşkere dike û got: “Em ê xebatên xwe ji bo xizmeta Filistîniyan bi taybetî jinan bidomînin."

Bang li civaka navnetewî kirin

Komeleya Jinên Karker a Filistînê jî bang li civaka navneteweyî û saziyên Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî Filistînê wekî dewleteke "çavdêr ne-endam" li Neteweyên Yekbûyî rêz bigirin û ji bo parastina gelê Filistînê û saziyên wan ên sivîl destwerdanê bikin û wiha got: "Saziyên ku hatine hedefgirtin weke saziyên xizmetguzariyê tên naskirin ku xizmetên tenduristî û çandiniyê û piştgiriya derûnî û aborî didin jin û zarokan. Em bang li hemû saziyên xebatên sivîl ên Filistînê û rêxistinên sivîl ên navneteweyî dikin ku li dijî pêkanînên dagirkeriyê bisekinin û saziyên sivîl biparêzin."