Biryara AYM der barê Dayikên Şemiyê de: Maf hatiye binpê kirin
AYM’ê serlêdana ji bo êrişa li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn biryar da.
Navenda Nûçeyan- Masîde Ocak Kişlakçi ya dayikên Şemiyê ku bêyî tu sedemek were nîşandan çalakiya 700 hatibû astengkirin bi tundiya polîsan re rûbirû mabû û hatibû binçavkirin, li dijî muameleya lê hatiye kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû û giliyê polîsan kiribû. Serdozgeriyê biryara redkirina gilîkirinê da û bi pey vê re di hezîrana 2019’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.
Di serlêdana Maside Ocak de wiha hat gotin: “Ev 24’e bi awayek aştiyane her hefte ev çalakî ji bo aqûbeta windayan tê li darxistin û ev çalakî tu zirarê nade cemaweriyê û çalakiyek aştiyane ye tê lidarxistin. Di dema mudaxele û binçavkirinê de da zanîn ku birîndar bûye û rastî astengiyan nêzikatiyên xirab hetiye û destnîşan kir ku mafê çalakî û meşê hatiye binpê kirin.” Li gor nirxandina AYM’ê bi wekheviya dengan îdiaya ku ‘Mêfê nêzikatiyên xirab hatiye binpê kirin’ diyarkir ku ev îdiaye nehatiye pejirandin.
Wê tazmînata manevî were dayîn
Li gora madeya 34 ya destûra bingehîn civîn, meşên xwepêşandê hatin li darxstin mafê li darxistinê bi piraniya dengan biryar dan ku hatine ihlal kirin. Li dijî biryarê tenê yek kesê ku dengdayî, dema ku alikarî wezîrê karê hindir bû û bû endamê AYM Muherem Înce bû. Di heman demê de yê serlêdana kir biryar dan ku divê 13 hezar û 500 TL tazmînata manevî were dayîn.
Çi bûbû?
Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de roja 25’ê Tebaxa 2018’an xwestin çalakiyek girseyî li dar bixin. Bêyî ku sedemek were nîşandan li meydana Galatasarê kombûn bi qedexeya Wezareta Karên Navxweyî re rûbirû ma. Polîsan êrişî dayikan kir û 23 kes xistin binçavan. Polîsan piştî wê yên ku çûn di kafeyan de bi gazên biberê êrîşî wan kirin û 1 kesê din jî xistin binçavan. Der barê 46 kesan de bi hêceta ‘Muxalefetiya Qanûna Meş û Xwepêşandanan’ hatin tewanbar kirin û doz li wan hat vekirin.
Xuşka Hasan Ocak ê ku di sala 1995’an de di dema di bin çavan de hati widakirin, Mesîde Ocak ji rastî êrîşê hat û dayika wê Emîne Ocak a 82 salî jî rastî tundîya Polisan hatin. Masîde Ocak der barê çengên erkdar û amiran de gilî kir. Serdozgeriyê biryara di lêpirsînê de cih nagre da. Piştî wê serlêdana dadgeriya Sulih ya ceza ev îtiraz red kir û Masîde Ocak ev doz bir AYM’ê.