Bîlonçoya hilweşîna li Xezeyê hat nûkirin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê yên di 24 saetên dawî de herî kêm 324 kesan jiyana xwe ji dest dan. DYE ji Îsraîlê xwest ku êrişên xwe yên ji bo korîdora mirovî taloq bike. Rêxistana Hevkariya Îslamî bal kişand hewl tê dayîn êriş belav bikin.

Navenda Nûçeyan - Pevçûnên ku di navbera Îsraîl û Filistînê de berdewam dikin di roja 8’emîn de dijwartir didomin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê derbarê geşedanên dawî de daxuyaniyek da çapemeniyê û encamên giranbûna rewşê parve kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di 24 saetên dawîn ên êrişên hewayî yên Îsraîlê de 324 kesan jiyana xwe ji dest dane ku herî kêm 126 jê zarok in. Di êrişan de hezar kes birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya wezaretê, ji kesên jiyana xwe ji dest dane herî kêm 88 jin in.

Jin û zarok hatin qetilkirin

Wezaretê der barê windahiyên ji pevçûnên ku di 7’ê cotmehê dest pê kiribûn da agahî parve kir û diyar kir ku li Xezayê herî kêm 2 hezar û 215 kes mirin û 8 hezar û 714 kes jî birîndar bûn. Li Şerîa ya Rojava 54 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 100 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku ji kesên di êrişa Îsraîlê de heta niha jiyana xwe ji dest dane 724 zarok û 458 jin in.

Îsraîl di daxuyaniya xwe ya dawî de agahî parve kir ku di êrişên ji Xezayê de 1300 Îsraîlî jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 436 Îsraîlî jî birîndar bûne.

Daxwaza taloqê ji DYE

Li aliyê din piştî ku artêşa Îsraîlê ku ji duh ve ji Filistîniyên li bakurê Xezayê daxwaz dike ku ber bi başûrê herêmê ve biçin, nexşeya rêya ku ji bo valakirinê were bikaranîn parve kir û ragihand ku ew ê rêya ku li ser nexşeyê li gor saeta herêmî di navbera 10.00-16.00’an da hat destnîşankirin xwe ji destgirtinê dûr bixin. Herwiha piştre di nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê de cih girtin de hate gotin ku DYE yê ji Îsraîlê xwestiye ku operasyona bejayî ya li Xezayê heta vekirina korîdora mirovî taloq bike. Heta niha bersiva vê daxwaza Emerîkayê nehatiye dayîn.

Daxuyaniya ÎÎT: Êrişan rawestînin

Rêxistina Hevkariya Îslamî (ÎÎT) jî têkildarî rewşa Xezayê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de êriş bi tundî hatin şermezarkirin û ev tişt hat gotin:

“Em hewldanên dewleta dagirker a Îsraîl a ji bo veguheztina qrîza mirovî ya ku kûr dibe ji welatên cîran re û bangên ji bo koçberkirina bi darê zorê ya gelê Filistînê bi temamî red û şermezar dikin.” Di daxuyaniyê de astengkirina gihandina materyalên tibî û alîkariyê û pêdiviyên bingehîn ji bo Şerîda Xezayê weke ‘cezayê komî û binpêkirina eşkere ya hiqûqa mirovî ya navneteweyî' hat nirxandin. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bi lezgîn destwerdanê bike da ku Îsraîl demildest êrişên xwe rawestîne û korîdorên mirovî yên ku wê gihandina derman, xwarin û pêdiviyên bingehîn ji bo gelê Filistînê li Şerîda Xezayê hêsan bike veke.