Bijîşka ji Bîngazî: Di perwerdeyan de girîngî didin bijîşkên mêr

Bijîşk Yasmîne Ramazan Fayyad a li nexweşxaneyek Bîngazî dixebite diyar kir her çend 5 sal in dixebite jî, bijîşkên jin hê jî nikarin bikevin emeliyata dilê a vekirî û wiha got: "Mixabin bi gelemperî di perwedeyan de girîngî didin mêran.”

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bîngazî – Bijîşk Yasmîn Ramazan Fayyad a li Bîngazî di Navenda Dil a Neteweyî de di Beşa Cerahiya Dil de dixebite, diyar kir tevî ku 5 sal in dixebitî jî nikare bikeve emeliyatên dil a vekirî bike. Yasmine Ramazan Fayyad, da zanîn di beşa ku kar dike tenê 5 jin û 1 mêr 6 bijîşk hene û ev jî di dewreyên rojanê de dikarin karên bisînor ên wek kateterîzasyona hindurê damar bikin.

'Em 5 sal in mezûn bûne lê em fêrî tiştekî nebûn’

Yasmînw Ramazan Fayyad, diyar kir ku ji ber ku li nexweşxaneyan bernameyên perwerdehiyê nîne, di emeliyatên mezin ên wekî emeliyata dil a vekirî de nikarin bibin pispor û wiha got:

“Di mijara emeliyatên dil de li cîhanê her roj agahiyên nû tên nûjên kirin, lê ne mimkûn e ji bo Bîngazî heman tişt were gotin. Piştî ez bi havlên xwe yên jin mezûn bûm, 5 sal in dixebitin. Lê em fêrî tu tiştek nebûn. Ji nexweşxaneyên perwerdeyê yên li Lîbyayê re eleqe nayê nîşan dan. Bijîjkên tên serdanê jî tiştekî fêr nakin. Zêdetir bala xwe bidin nexweşan. Helbet ev tiştekî baş e, lê ji bo me fêr nebûna zanînên nû rewşek xirab e."

'Di perwerdeyê de girîngî didin mêran’

Yasmîn Ramazan Fayyad, da zanîn di beşa cerahiya dil de jin bi baldarî dixebitin û wiha axivî: “Em li nexweşxaneyan 24 saetan û gelek caran jî 48 saetan dixebitin. Tevî vê yekê jî me derfeta pêşxistina beşa emeliyata dil nedît, em tenê dixebitin. Ez dizanim gelek bijîjkên jin êndi mijara kateterîzasyon û emeliyatên hundurê damaran de nekarîn di emeliyata dil de pêşkeftina pêwîst bi dest bixin, qada pisporiya xwe guhertin. Di emeliyatên dil de 5 jê jin û 1 jê mêr 6 bijîşkên me hene. Hejmara jinan her dem ji ya mêran zêdetir e, lê mixabin bi gelemperî di perwerdeyê de girîngî didin mêran.”

'Bijîşkên jin di bikaranîna nester de gelek jêhatî ne’

Yasmîne Ramazan Fayyad, bal kişand ku berevajî gotinan, cerahên jin di bikaranîna nester de gelek jêhatî ne û dema emeliyat dikin natirsin û bêhiş nabin û got ku ger ji wan re înîsiyatîf bê dayîn di karê xwe de pir jêhatî ne. Yasmîne Ramazan Fayyad, bal kişand li nexweşxaneyên Lîbyayê ji bo bijîşkan pergalekî perwerdehiya teorî û pratîkî tune ye û wiha got: “Dema em li nexweşxaneyan ji 24 saetan heta 48 saetan dixebitin, jiyana me tune dibe. Em bûyerên di lênerîna giran de piştî emeliyatê dişopînin. Em asîstaniya bijîşkê ku emeliyatê dike dikin. Bijîjk 8 sal piştî mezûniyetê dibin cerah. Fêrî flebotomî û vekirina sîngê dibin.”

'Ez ê li derveyî welat perwerde bigrim’

Yasmîne Ramazan Fayyad, da zanîn bawerdike ku dikare bibe cerahekî dil a baş û wiha axivî: "Lê ez difikirim heta ku ez li Lîbyayê bim ne pêkan e. Ez ji bo tişta dixwazim pêkbînim, li derveyî welat perwerde bigrim û ez ê piştî perwerdeya xwe temam bikin û bibim cerah vegerim Lîbyayê."