Bîilanço giran dibe: 24 hezar û 617 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hejmara kesên ku di erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rû da de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 24 hezar û 617 kesan.
Navenda Nûçeyan – Ji ber erdhejên ku navenda wan Mereş bû li bajarên Bakurê Krudistanê û Tirkiyeyê yên ji erdhejê bandor bû, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 24 hezar û 617 kesan.
Li ser erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê bû, 7 roj derbas bû. Li gelek bajaran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehat kirin an jî dereng ma. Hêrsa mezin a gel li her deverê dixuye. Li hin cihan xebatên lêgerînê didome. Ruxmê texmînên ku li avahiyên hilweşiyane gelek hemwelatî hene jî, xebatên rakirina xirbeyan hat destpêkirin. Her wiha tê ragihandin ku ji avahiyên xirbeyê wan hatine rakirin nimûne nehatine girtin. Mijara tê vegotin, bê ûsûltiya dûyemîn jî bi xwe re tîne.