Bi zanebûn û tecrubeyên xwe şewata bedena mirovan baş dikin
Jinên bajarê Qamişlo yên şîfager dibêjin ku jin pêşeng û zanayên civaka xwe ne, dibe ku niha rewş û pêvajo hatibe guhertin lê hewldana wan ew e çanda şîfageriyê biparêzin.
VIYAN AMED
Qamişlo- Cewhera jinan a afrîner bû sedem ku civakê li derdora xwe kom bikin û xwedî li civaka xwe derbikevin. Ruhê jiyana komînal a jinan dihêle ku ji hemû derd û nexweşiyên civaka xwe re şîfayan bibînin. Lêgerîn û meraqa wan bû sedem ku jin di nava civakê de weke bijîşk û şîfager bên binavkirin. Di dîrokê de yên ku hekîmtiyê bi pêş xistin û kirin malê mirovahiyê jinên şîfager in. Jin bi destên xwe yên şîfager, dikaribûn ji birîn, nexweşî û zayîna jinan re bibin çare û bigihîjin asta heqîqeta hekîmbûnê. Îro jinên hekîm û şîfager bi feraseta mêr-dewletê re ji qadên bijîşkî û şîfageriyê hatin dûrxistin û qada tenduristiyê veguherî qada bazirganiyê. Tenduristiya ku îro ruh û bedena mirov ji hev cuda dike û bi navê pisporiya beden dabeş kiriye, li gorî berjewendiyên xwe li tenduristiya civakê yan jî mirovan mêze dike. Çanda şîfagerî heta niha jî li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê tê jiyîn ku jin gelek nexweşiyan bi destên xwe yên şîfager baş dikin.
33 sal in bedenên şewitî bi dermanên xwezayî tedawî dike
Şikriye Gewrê ji bajarê Qamişloye, 63 salî ye û 33 sal in bi dermanên xwezayî şewata bedenê baş dike wiha nêrîna xwe anî ziman: “Demên berê me nexweşî û êşên mirovan bi riya dermanên xwezayî baş dikir. Meraqa min jî ji şîfageriyê re demên ciwantî de dest pê kir. Bedena keça min şewitî û me bir gel cîranên xwe û cîrana me bi dermanên xwezayî keça min baş kir. Vê yekê bala min kişand û ez jî hîn bûm ku çawa şewatan bi dermanên xwezayî baş bikim. Bû 33 sal ez bi dermanên xwezayî mirovên ku şewitîne baş bikim. Şîfagerî ji me re ji dayik û dapîrên me maye û heta niha jî ew çand di şexsê me de berdewam dike. Niha jî ez hewl didim vê çandê ragihînim nifşên pêşerojê. Dema ez vî karê pîroz ji bo civaka xwe dikim, pere nagirim, ji ber qada tenduristiyê ne qada pereyan e. Ji bo ku ev çanda dayikan bi pêş bikeve, em ê biparêzin û ragihînin nifşên pêşerojê.”
40 sal in şîfageriyê dike
Almaz Ezîz ji bajarê Qamişlo ye û 70 salîye, ev 40 sal in bi dermanên xwezayî cihê birînan ên ji berê ve şewitîne derman dike nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Ez şîfageriyê ji dayika xwe fêr bûm. Dayika min bi dermanên xwezayî cihê birînên şewitî yên berê derman dikir û vê yekê bandor li ser bedena mirovan dikir. Ji bo vê çanda me bidome ez hewldanek mezin didim. Dayika min ji pîrika min fêr bû, ez ji dayika xwe fêr bûm û niha jî ez hînî zarokên xwe dikim. Ev çand weke mîrateyek heta roja îro hatiye û ji bo me çandeke gelek pîroz e. Ev bû 40 sal ez şîfageriyê dikim û hem cihê birînên kevin baş dikim, hem jî dema laş bişewite baş dikim. Jin pêşeng û zanayên civaka xwe ne, dibe ku niha rewş û pêvajo hatibe guhertin lê hewldana me ew e ku em vê çandê biparêzin. Pîrika min jineke zana bû, hemû nexweşiyan nas dikir û bi riya dermanên xwezayî derman dikir û vê yekê bê pere dikir. Lê em vegerin roja îro dema mirovek nexweş dikeve û berê xwe dide nexweşxaneyan, yekser pere jê tê girtin û bi pereyan jî derman dikirin. Ev yek civakê belav dike û manewiyatê dikuje loma divê hemû jin afrîneriya xwe bi kar bînin û civaka xwe bi dermanên xwezayî baş bikin.”
‘Divê em dermanên xwezayî tercîh bikin’
Şemsixan Gulo ku pirîka wê şîfager bû wiha qala wan rojan û afrîneriya pîrika xwe dike: “Di nava civakê de gelek jin hene ku bi awayekî xwezayî şîfageriyê dikin û yek ji wan jinan pîrika min bû. Pîrika min ji hemû nexweşiyan fêm dikir û gelek kesan bi dermanên xwezayî baş kiriye. Pîrika min vê zanînê ji bo civaka xwe dikir û tu caran pere ji kesek nedigirt lewma civakê pir jê hez dikir û gelek bawerî bi dianîn. Bijîşkên niha ji bo civakê kar nakin, li gorî berjewendiyên xwe ango berjewendiyên saziyan tevdigerin. Loma qada tenduristiyê bûye qada bazirganiyê. Ji bo nexweşiyek em diçin gel bijîşkan, ew bijîşk dermanên kîmyewî didin me, ew derman cihek me baş dikin, cihekî din xirab dikin. Berê nexweşî ewqas zêde nebûn lê niha gelek nexweşiyên cur be cur çêbûne, ev yek jî bingeha xwe ji dermanên kîmyewî digre. Divê em wek civak vegerin dîroka xwe û dermanên xwezayî tercîh bikin. ji ber encamên dermanên xwezayî ji yên kîmyewî baştir e. Dema mirov ji dermanên xwezayî bawer bike û bi kar bîne, encamên erênî di bedena mirovan de ava çêdibin.”