Bi boneya 8'ê Adarê li Şehbayê panel hate lidarxistin
Meclîs Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD li Efrîn-Şehba bi boneya 8’ê Adarê Roja Jin a Cîhanî panêl li darxist.
Şehba- Di bin diruşmeya "Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa Jinê re" îro Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Efrîn- Şehba komcivîn bi hatina Roja Jin a Cîhanî li hola navçeya Fafîn a kantona Şehba Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Di komcivînê de endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Efrîn-Şehba beşdar bûn.
‘Ji bo azadiya jin şoreşa Rojava bu bersiva herî mezin’
Komcivînê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, piştra ji aliyê endama Meclîsa giştî ya partiyê Rûdîn Mohemed ve metna komcivînê bi navê "Tekoşîna me azadiya me ye, berxwedana me serkeftina me ye" hate xwendin. Rûdîn Mohemed di metnê de bal kişand ser pêvajoyên ku jin di dîrokê de tê re debas bûye û got: "Jin di dîrokê de civak bi rêve dibir û wekhevî belav dikir lê ji aliyê hêzên desthiladar ve hate tepisandin û hemû mafên wê jê hatin dizîn. Si serdemên dayiksalarî de jinê xwe pêşxist û weke xwedewand dihat nasîn. Her wiha jin bû bingeha civakê û bi rêxistin dikir. Li hember hêzên desthiladar jinê teslîmkarî qebûl nekir û heya roja iro jî li dijî desthiladariyê têdikoşe. 8'ê Adara 1857'an bû çirûska rastiyê ya yekemîn ku bû bingeha rêxistinên jin li hember hêzên desthiladar. Tevgerên jin ên ku derketin jî karîbûn di jiyanê de mafê xwe yên rawa bi dest bixin."
Di berdewamiya bendê de hate diyarkirin ku "Bi saya fikir û felsefeya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan a ku di vê sedsalê de derketiye yê rizgarkirin û azadiya jin hişt ku jin bêhtir cewhera xwe nas bike û li rastiya xwe vegere. Şoreşa Rojava jî bû bersiva herî mezin ji bo azadiya jin. Her wiha jinê di şoreşê de xwe di warê leşkerî, siyasî û diplomasî de îsbatkir."