Jinên Afganî: Li dijî Talîbanê têkevin tevgerê!

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên Afganî bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kirin ku li dijî Talîbanê bikevin nava tevgerê.

Navenda Nûçeyan- Komek jinên Afganî ku xwe wek “Tora Beşdarbûna Siyasî ya Jinan” li Afganîstanê dan nasîn, daxuyaniyek belav kirin û daxwaz ji civaka navdewletî kirin ku li hember kiryarên Talîbanê gaveke lezgîn û cidî bavêje.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku jinên Afganî ev zêdetirî 19 meh in di bin serweriya Talîbanê de ji hemû mafên xwe bê par mane û daxwaz hat kirin ku têkiliyên bi Talîbanê re bên rawestandin û cezayên pratîk û bi bandor werin sepandin. Di daxuyaniyê de ku jinên di bin rêveberiya Talîbanê de rewşa heyî rexne kirin, hate gotin ku bêdengiya civaka navneteweyî weke mohra erêkirinê hate nirxandin.

'Talîban nas nekin'

Di daxuyaniyê de, bi taybetî Yekîtiya Ewropa, Amerîka û hemû welatên ku rêzê li jinan û mafên wan digirin û peymanên navdewletî îmze dikin, hat xwestin ku mafên jinan binpê nekin û heta daxwazên wan neyên qebûlkirin, Talîbanê nas nekin.