‘Bi vîna jinên Rojhilatê Kurdistanê dê pergal têk biçe’

Berdevka Mala Jin a herêma Firatê Semîra Ehmed têkildarî serhildana Jin, Jiyan, Azadî got: “Rejîma Îranê êrîşeke berfereh li hemberî pêşengên serhildanê pêk tîne. hilweşandina pergala Îranê dê bi têkoşîna jinan pêk were.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya gelê Rojhilatê Kurdistanê û civaka Îranê di sala xwe ya duyemîn de didome. Serhildana ku bi qetilkirina Jîna Emînî re di Îlona 2022’an de dest pê kir, di roja îro de bi qetilkirina Armîta Grawand ya 16’e salî re derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê bû.

Têkildarî geşedanên ku niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk tên, berdevka Mala Jin a herêma Firatê Semîra Mihemed Elî serhildana Jin, Jiyan, Azadî û kiryarên rejîma Îranê nirxand.

‘Îran ola Îslamê ji bo pêkanîna pergal û berjewendiyên xwe bi kar tîne’

Semîra Mihemed Elî pergala rejîma Îranê wiha analîz kir: “Pergala rejîma Îranê xwe dispêre rêgezên ola Îslamî. Lê rêgez û zagonên wisa ne ku bikevin xizmeta hişmendiya Îranê, heta saziyên xwe jî bi heman hişmendiyê birêve dibin. Ji lewre xebatên di warên jiyanî, siyasî, fikirî û civakî tên meşandin de, ji bo berjewendiyên Îranê ne. Heta di warê îstîxbaratî de jî hêzên Îranê avakirin bi armanca fetisandina gel e. Rejîma Melalî hewl da bi vê polîtîkayê, berçavkeke reş û tarî bixe ber çavên civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê da ku hizirandinên gel sînordar bikin. Bi vî rengî jî civak ji mafên xwe yê çandî, hizirî,  hiqûqî û hwd. bêpar dimîne ku gel ji hemû aliyan ve fetisandinê dijî. Yekîneyên polîsên exlaq ên Îranê hêzeke tirsandin û çewisandina vîna civakê ye. Rejîma Îranê ev berpirsyarî dane polîsên exlaq ku civak her dem ji şaneyên herî biçûk ber bi yê mezin, hesaban bikin. Di asta cîhanê de pergala hebûna polîsan heye ku bi erka sererastkirina pergalê û pêkanîn zagonan radibe. Lê di rejîma Îranê de polîs xwedî roleke cuda ne ku ev yek jî bi xwe re kiryarên xirab tîne.”

‘Hilbijartina felsefeya Jin Jiyan Azadî zanebûna civaka Rojhilat nîşan dide’

Semîra Mihmed Elî sosyolojiya civaka Rojhilatê Kurdistanê wiha şîrove kir: “Civaka Rojhilatê Kurdistanê xwedî bingeheke zana û rewşenbîr in ku ev yek jî xwe dispêre felsefeya Zerdeştî. Lewre gelê Rojhilatê Kurdistanê bi rengekî zana, şîrovekar û bi nêrîn li mijaran mêze dikin. Ji bo vê gelek normal e ku ev gel li dijî polîtîka û tunekirinê, bibe xwedî helwesteke bi zanebûn. Heta dema mirov dîroka Rojhilatê Kurdistanê şîrove bike, reşwenbîrî, zeka, çavdêrî û hêza şîroveya rastiyan dibîne. Hilbijartina gel ji felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ji bo nûnertiya serhildanê bike bi serê xwe zanebûneke kûr dixwaze. Gel bi vê felsefeya ku meşiya, xebitî, pergalê nas kir, serî hildan û hişmendiya rejîma Îranê veguherandin rojeveke cîhanî. Ji ber vê Rojhilatê Kurdistanê, civaka Îranê bi hemû beşên xwe li derdora serhildanê kom bûn, destek dan û bû parçeyek jê. Vê serhildanê di asta navdewletî de jî deng veda ku gelek kongre û xebat di bin heman dirûşmê de hatin birêxistinkirin. Ev xal ji me re teqez dike ku bi hêz û pêşengiya jinan dê dewletê û pergalan hilweşînin. Ev yek jî di serhildana Rojhilatê Kurdistanê de xwe daye der.”

‘Qetilkirina Armîta peyamek li hember têkoşîna jinan e’

Semîra Mihmed Elî dirêjî da nirxandina xwe û behsa kiryarên rejîma Îranê yên li hember jinan kir û got: “Piştî Jîna Emînî gelek jinên din jî hatin qetilkirin lê jin ranewestiyan. Sûcên qetilkirina jinan bênavber berdewam dikin, herî dawî jî bi heman rêbaz û hişmendiyê jina ciwan Armîta hat qetilkirin. Ev îsrara rejîma Îranê di hişmendiya xwe de diyar dike. Her wiha peyam dide jinan ku divê ji derveyî zagonên hatin diyarkirin, liv û tevger çênebe. Me bûyer dît. Armîta jineke ciwan e ku tu sûc nekiriye lê bi bihaneyên ne rast ji aliyê polîsên exlaqî ve tê işkencekirin û di encamê de jiyana xwe ji dest dide. Bê gûman gel vê yekê qebûl nake ku bi nav polîsên exlaqî ne, lê di piratîkê de kiraryên dermirovî û qirêj pêk tîne. Em jî dişopînin rojane serhildan û helwestên civakê hene. Ji bo vê em bawer dikin ku dê têkoşîna jinan serbikeve û di encamê de guhertin di pergala Îranê de pêk werin û bi taybetî jî polîsên exlaqî ji holê rabin. Ji ber di ortê de ne kesayetek e lê belê hêz û vîna gelekî ye ku bi salan hêrs û kîna xwe komî ser hev kiriye.”

‘Têkbirina dagirkerên li Kurdistanê bi hêza jinan pêkan e’

Berdevka Mala Jin a herêma Firatê Semîra Mihemed Elî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li hemberî van kiyaran gelo helwesta raya giştî, rêxistinên mafên mirovan û kesên hiqûqnas çi ye. Em dibînin ku bêdengiyeke diyar heye ku em vê mijarê lêpirsîn dikin. Bêguman ev zordarî ne tenê di pergala Îranê de heye, dema mirov ji nêz ve li Kurdistanê dinêre, dibîne ku heman hişmendî û pergal li her çar parçeyên Kurdistanê heye. Dibe ku rê û rêbazên van rejîman cuda be lê di encamê de armanc yek e ku hemû saziyên dewletê ji bo berjewendiyên xwe dixebitin. Her wiha bi taybetî êrîşek li ser beş û saziyên di avakirina civakê de xwedî misyoneke çalak in, heye. Di asta yekem de jî jin dibin armanca pergalên serdest ku me ev yek di nava Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de dît. Di hemû waran de hewldanek heye ku civaka Kurd ji maf, hebûn, nasname, çand, nêrîn û helwesta xwe dûr bin û bi temamî di bin serweriya rejîma desthilatdar de bin. Lê em di vê baweriyê de ne ku em ê bikaribin bi hêz û pêşengiya jin tevahî polîtîkayan vala derxinin ku ev yek di şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê de bi rengekî şênber xuya dike.”