Bi projeya ‘Tevna Femînîst’ re rêxistinên jinan tên piştgirî kirin

Ji projeya ‘Tevna Femînîst’ ku di sala 2023’an de li Misrê hate avakirin re 17 komên femînîst tevlî bûn.Rêvebirên projeyê ku diyar kirin bi projeyê re dîtin pêdiviyên komên femînîst cudaye û destnîşan kirin rêya avakirina tor a di navbera koman de vebûye.

ASMAA FATHI

Qahîre- Projeya “Tevna Femînîst” ku bi armanca avakirina tevgerek femînîst a nû ya bi hêz hate amadekirin, ji aliyê Navenda Xebatên Zayendî ya Cîvakî ya Tadween ve tê pêkanîn. Di çarçoveya projeyê de 17 femînîst ên ciwan tevlî komê bûn. Bi projeyê re pêdiviyên komên ciwan tên tesbîtkirin û derfetên pêşxistina jêhatibûna wan tê pêşkêş kirin.

'Di hevdîtinên bi koman de dît ku pêdivî cuda ne'

Dîrektora Rêvebera Navenda Lêkolînên Zayendî ya Civakî ya Tadween Bijîşk Amal Fahmy a der barê projeyê de ji ajansa me re axivî, diyar kir ew beriya şewba Kovîd-19 li hev civiyane û wek saziyek femînîst di mijara piştgirîkirin û pêşxistina komên ciwan de nîqaş kirine. Amal Fahmy, wiha got:

“Di encama nîqaşên xwe de me projeya xwe nivîsand, xilaskir û ji saziyên piştgirî didin re pêşkêş kir. Projeya me du caran hate redkirin û cara sêyem hate qebûlkirin. Di projeyê de destpêkê 7 hewildan cih digirt, lê niha gihişt 17 hewildanan. Dema ku me biryar da em li ser projeyê bixebitin hin nêrînên diyar derketin pêş, lê piştî nîqaşên bi koman re hatin kirin, me çavderî kir ku pêdivî cuda ne. Beşek mezin a planên berê hatibûn, nivîsandin hatin guhertin."

'Bi girtina nêrînên koman re biryar tên dayîn’

Amal Fahmy, diyar kir ji ber ku pêkhateyên femînîst ji roja destpêkê ve bi koman re hevkarî pêktîne, serketî ye û wiha got: “Hebûna piştgiriya saziyan jî ji bo me girîng bû. Li aliyê din lêkolîn hatin kirin û ji ezmûnên erênî û neyînî sûd hatin wergirtin. Prensîba xebata bingehîn a ekîba Navenda Lêkolînên Zayendî ya Civakî ya Tadween, divê beyî girtina nêrînên koman tu biryar nayê girtin. Ji ber cudahiya şêweya xebatê û hejmara endamên koman, me serî li hevdîtinên takekesî da. Bi koman re li ser encaman lihevkirin hate kirin. Vê yek jî misogerkir ku xebata temam bibin. Piştre me plansaziya xwe ya stratejîk û plansaziya xebatên xwe yên salek derxist.”

Amal Fahmy, diyar kir perwerdekarên profesyonel ên bi koman re mijûl bibin hilbijartine û da zanîn bi perwerdeyan re proje jî didin nasîn. Amal Fahmy, wiha axivî: “Di çarçoveya projeyê de perwerde hatin dayîn û nivîsandina projeya koman jî di nav de xebat hatin meşandin. Mînak ji bo kampanyayên parastina beşdarvaniyê pêşxistina tercube û jêhatîbûnan kampanyayek jî hate destpêkirin.”

Min pêşbînî kir ku dê di civaka femînîst de tevgerek rast were afirandin'

Naîla Refaat ku nêzî 40 sal in di saziyên navneteweyî û herêmî qada pêşketîn de dixebite jî di Projeya Tevna Femînîst de jî wek pispor û nivîskara blog cih digre. Naîla Refaat, wiha got: “Ez di destpêka projeyê de komek jin nas kir. Hewildanên ku di bin şert û mercên cuda de derketin holê hebûn û bi coş bûn. Di dema xebata min a bi wan re ya li ser plansaziya stratejîk de, di nava wan de rol modelên mezin hebûn. Min pêşbînî kir wê di civata femînîst de tevgerek rast afirandin. Ji ber ku me li ser komek fikran li hev dikir. Naîla Refaat, balkişand ku di dawiya sala ewil a perwerdeyê de pêdivî û jêhatibûnên koman derket holê û wiha axivî: “Me komek bingehîn ku dê dema pêşiya karên girîng bikin jî tevlî projeya xwe kir. Sala pêşiya me xebatên hin înîsiyatîfan bên pêkanîn. Sala nû dê bibe şahidê geşedanên hîn zêdetir mezin.”

'Rêya avakirina tor a di navbera koman de vebû’

Ji Înîsiyatîfa Amna ya Walîtiya Assiut û yek ji endama projeyê Heba Mumtaz jî, diyar kir Navenda Xebatên Zayendî ya Cîvakî ya Tadween dixwaze bi însiyatîfên li seranserê Misrê re têkilî deyne. Heba Mumtaz, wiha axivî: “Proje piştî rêze atolyeyan hate avakirin. Ji 10 heta 15’an rêze rûniştînên perwerdeyê hat lidarxistin. Piştre projeyê hate nivîsandin. Plansaziya stratejîk, diyarkirina armancên sereke û yên din, diyarkirina vîzyon, mîsyon û naskirina zimanek hestiyar a zayendî, nivîsandina projeyan û perwerdehiyên din ên ji alîkariya pêşkeftinan hewildanan jî di nav de gelek perwerde hatin dayîn. Em wek Înîsiyatîfa Amna, ji perwerdeyan sûdek mezin hate girtin. Xebatên rêvebirên projeyê asoyan vekir. Her wiha rêya avajirina toran a di navbera koman de vekir.”

'Ji endaman re azadiyek hat hiştin’

Parêzer û Dîrektora Îcra ya Însiyatîfa Deng a Piştevaniya Mafên Jinan Noha Sayed, da zanîn beşdarî qonaxa destpêkê ya projeyê bûne. Noha Sayed, anî ziman ji gava yekem beşdarî projeyê bûne xebatên avaker hîskirine û wiha got: “Beriya destpêkirina projeyê me, em piştrast bûn ku proje wê serkeftî bibin. Em ji destpêkê ve ji aliyê berpirsyarên projeyê ve eleqeyek mezin dît. Ji bilî cebatên perwerde, vîzyon, mîsyon û pêşvebirina armancan, misogerkirina zelaliyê yên ekîbê, fikra wan a pêşerojê gelek girîng bû. Tişta herî girîng jî, berpirsên projeyê ji bo endaman di mijara biryardayîna ji bo na xwe de azadiyek tam hişt.”