Fermandara YAT’ê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê nirxand

Qonaxa Sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Beşa Mûhacîratan piştî 3 rojan bi dawî bû. Fermandara Yekîneyên Antî Terorê (YAT) Çavrê Kobanê encama operasyonê nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi pêşengiya fermandarên YPJ'ê, qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê ya li Kantona Cizîrê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn destpêkir. Operasyona ku li beşa Mûhacîratan bi dawî bû, didome.

Di vî beşî de alên çeteyên DAIŞ’ê, cil û bergên zarokên Eşbal El-Xîlafê, çetik, bombe, mayin û gelek tiştên din hatin desteserkirin. Pêlîstokên zarokên bê rû yan jî li ser rûyê wan xetik çêkiribûn hatin dîtin. Her wiha kaxezên ku li ser çekên wekî tang, balafir, PCK û gelek çekên din hatibûn xêzkirin jî hatin dîtin û ev jî nîşaneya wê ye ku li ser çi perwerde dibînin û xeyalên xwe yên demên pêş çawa hêvî kirine. Di heman wextê de jî di roja duyemîn de hewl dan konên ku dixwestin agahiyên wan nû bikin û bigrin, bişewitînin.  

Têkildarî Qonaxa Sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku di 27'ê Çileyê de li beşa Mûhacîratan a Kampa Holê hatibû destpêkirin û sê rojan berdewam kir, fermandara Yekîneyên Antî Teror (YAT) Çavrê Kobanê axivî.

'Jinên DAIŞ'î hêzeke nû ya terorê li dijî cîhanê amade dikin'

Çavrê Kobanê bal kişand ser armancên Operasyona Mirovî û Ewlehiyê û wiha got: "Li vir jinên DAIŞ'î ji bo siberoja DAIŞ’ê û zindîkirina wê li herêmê hêzeke nû ava dikin û ev dibe zarokên Eşbal El-Xîlafê. Jin wisa gefan li jinên herêmê û giştî cîhanê dixwin ku wê careke din DAIŞ’ê zindî bikin. Ev bi riya nifşên nû yên ku li ser fikrên tundrewbûnê li Kampa Holê ya ji wan re bûye wekî akademiyek îdeolojîk, çêdibe. Kampa Holê ji bo cîhanê xeteriyek cidî ye divê ku bi vî awayî tevgerandinek çêbibe."

‘Amurên ku pê îşkence li jinan hatiye kirin hatin desteserkirin'

Çavrê Kobanê da zanîn ku hêzên wan di nava sê rojan de gelek alav desteser kirine û wiha anî ziman: "Hejmarek ji amûrên ku dixwazin pê xirabiyan bikin û êrîşan li dijî hêzên parastinê bi kar bînin, hatin desteserkirin. Madeyên teqemeniyê wekî bombe û mayinên ku dixwestin pê çalakiyên kuştinê li dijî hêzên me pêk bînin, hatin desteserkirin. Zincîrên hesin ên ku pê îşkenceyê li jinan dikirin û wan di dîlgirtinê de bi kar dianîn û şûrên hesin jî hatin desteserkirin. Zarokan îşaretên ku dê serê me jêbikin dikirin, bifikirin ku ev zarok niha wiha ne wê sibê çawa bin? Gelek xendekên biçûk ji bo pêkanîna planên revê kolandibûn. Jinên ku naxwazin bîrdoziya tundrewbûna DAIŞ’ê berdewam bikin, ji aliyê jinên tundrewtir ve tên girtin, îşkencekirin û qetilkirin. Di dema dawiyê de jî du zarokên xwişkên hev hatibûn qetilkirin, ji ber ku porê wan xuya kiribû."

'Xetertirîn jin tên girtin'

Çavrê Kobanê da xuyakirin ku operasyona hatiye destpêkirin ji bo hedefên hatine armanckirin wê bidome û wiha pêl da gotinên xwe: "Bi pêşketina operasyonê re hedefên hatine diyarkirin wê werin girtin, jinên ku çalakiyên kuştinê pêk dianîn agahiyên ku li ser wan ketine destên me, tên girtin. Ji bo ku li bajarên me û giştî cîhanê xeteriya van çeteyan kêm bibe û aramî serwer bibe, operasyon bi pêşengiya YPJ'ê berdewam dike."

Çavrê Kobanê di dawiya axaftina xwe de ev bang li jinan kir: "Jinên ku bi fikrên DAIŞ’ê hatine xapandin û êdî dixwazin jê xilas bibin û bi îşkenceya jinên tundrew re rûbirû dimînin, dikarin bi pêşketina operasyonê re YPJ'ê esas bigrin û xwe ji vê zextê xilas bikin."