‘Berxwedana me ya li Şehbayê vegera Efrînê misoger dike’

Jinên Efrînê yên ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk koçî Şehbayê bûn bal kişandin êrişên dewleta Tirk û gotin: “Berxwedana me ya li Şehbayê vegera Efrînê mîsoger dike.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Piştî dewleta Tirk herêma Efrînê di 2018'an de û herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî di 2019'an de bi alîkariya komên çekdar dagir kirin, hewl dan sînoran di nava herêmên dagirkirî û herêmên din de ava bikin ku parçebûnekê bi girtina dîwaran çêbikin. Di van demên dawî de dewleta Tirk ji bo ku sînoran xendekan ji Serê Kaniyê, Girê Spî, heya Cerablas, Bab û Efrîna dagirkirî dikole ava bike. Bi vê yekê dixwaze parçebûnekê di nava xaka Sûriyeyê de ava bike her wiha herêmên ku dagir kirine bike herêmên xwe. Li dijî girtina sînoran jinên Efrînê yên koçî Şehbayê bûne nerazîbûnên xwe anîn ziman.

'Sînor wê me ji Efrînê qut nekin'

Almaz Hiso diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze herêmên Sûriyeyê parçe bike û gelê herêmê bide pişaftin û wiha got: "Ev bû 6 sal em ji axa xwe koçber bûne û li deverên Şehbayê berxwedanê didin meşandin. Dewleta Tirk bi her awayî dixwaze berxwedan û vîna me Kurdan bide şikandin. Herî dawî jî Erdoxan û çeteyên wî hewl didin sînoran di nava axa Sûriyeyê de bigrin. Armanca wan ji vê yekê ew e ku Sûriyeyê parçe parçe bikin û herêmên ku dagir kirine ji herêmên din veqetînin. Em tu carî bi girtina sînoran û dîwaran ji Efrînê dûr nakevin. Ne tenê Efrînê li Serêkanî û Girê Spî jî van sînoran digrin. Em Kurd in û girêdayî axa xwe ne. Em ê bajarên xwe ji tirkan û çeteyên wê re nehêlin. Efrîn a Efrîniyan e û wê tu carî jî nebe ya Erdoxan."

‘Rizgarkirina Efrînê bi berxwedanê pêkan e'

Zeyneb Xelîl jî behsa siyaseta dewleta Tirk li ser tunebûna gelê Kurd kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku gelê Kurd tune bike û wan bide pişaftin di nava planan de ye. Bi girtina dîwaran di navbera herêmên ku dagir kirine û herêmên din de hewl dide bajarên Sûriyeyê bike bajarên xwe, ji bo ku gelê herêmê bi taybetî gelê Kurd winda bike. Lê em bi girtina sînoran tune nabin. Em dîwarên şermê bi tundî şermezar dikin. Rizgarkirina Efrînê wê bi berxwedana gelê wê misoger bibe. Li dijî sînorên Erdoxan em ê berxwedan û têkoşîna xwe bilind bikin. Divê Hikumeta Şamê jî li hemberî girtina sînoran xwedî helwest be ji ber ku axa wî jî tê parçekirin."

'Berxwedanî wê serkeve'

Şêrîn Ehmed jî girtina dîwarên şermê şermezar kir û got: "Em li dijî girtina sînoranên ku axa Sûriyeyê parçe dikin derdikevin. Tu mafê Erdoxan û çeteyên wî tune ye ku di nava xaka me de sînorên xwe ava bikin. Li dijî van sînoran bila rêxistinên mafên mirovan xwedî rol bin, em xwediyên Efrînê ne û her dem jî Efrînê dê ya me be. Dewleta Tirk dewletek dagirker e û xaka me dagir kiriye, hê jî dixwaze bi girtina dîwaran me ji herêmên me qut bike lê tu carî wê xewn û xeyalên Erdoxan pêk neyên. Rojek bê û wê helbet berxwedana me bi serkeve û em ê bi serbilindî vegerin Efrînê."