Bi hunera xwe reng dan berxwedana Şêx Maqsûd

Endama beşa muzîkê ya Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Helebê hunermend Yesmîn Koşan behsa xebatên xwe kir û got: "Bi klîp û stranên xwe me xwest berxwedana ku hatiye jiyîn her dem zindî bimîne."

HESNA MIHEMED

Heleb – Li dijî êrişên komên çeteyan ên li ser taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ku di 16'ê Sibata 2016'an de dest pê kir û 8 mehan berdewam kir gelê taxê herikîn qadan. Di nava êrişan de gel têkoşîna xwe domand. Di Berxwedana Şêx Maqsûd de Tevgera Çand û Hunerê bi erka xwe rabû, roleke girîng lîst, destanên dîrokî vegotin ji bo ku di bîra civakê de bihêlin. Ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Helebê ve klîpek bi navê "Berxwedana Şêx Maqsûd" hat amadekirin, li gorî derfetên kêm û tunebûna amûran jî dîsa îradeya wan xurtir bû. Strana klîpê wê demê li Efrînê hat tomarkirin û piştî serkeftina Berxwedana Şêx Maqsûd li Helebê hat kişandin.

Der barê xebatên çandê û rola jinan a di Berxwedana Şêx Maqsûd de, hunermend Yesmîn Koşan ku ew jî di kilîpan de cih digre ji ajansa me re axivî.

'Berxwedanek tijî lehengî û qehremanî bû'

Yesmîn Koşan di destpêka gotinên xwe de qala xebatên di nava çand û hunerê de kir û got: "Ez ji sala 2013'an ve di nava xebatên çand û hunerê de cihê xwe digrim bi taybetî di beşa muzîkê de weke hunermend dixebitim. Şerê Şêx Maqsûd şerekî gelek dijwar û giran bû. Taxên Şêx Maqsûd ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve di nava şer û êrişan de bûn lê di sala 2016'an de şer girantir bû, êrişên gelek hovane bûn. Ruxmî ku taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê gelek biçûk in jî berxwedan û têkoşînek gelek mezin dan meşandin û bûn xwediyên destanên dîrokî. Ji ber vê yekê dijmin her dem plan dikir ku wan taxan dagir bike. Li dijî êrişên ku hatin kirin gel di nava tevgerê de bû, li ser piyan bû. Em li kêleka şervanên xwe disekinîn her wiha me li taxê jî xebatên parastinê dida meşandin. Me tu carî dev ji taxa xwe berneda heya ku em gihîştin serkeftinê."

'Kilîpa Berxwedana Şêx Maqsûd'

Yesmîn Koşan behsa xebatên çandî yên di nava Berxwedana Şêx Maqsûd de kir û got: "Ji ber dijwarbûna êrişan wê demê em nikaribûn li navendên xwe kar bidin meşandin, ji ber vê yekê me di nava malan de perwerdeyên xwe yên hunerî dimeşand û xwe li ser stranan perwerde dikir. Me hazirtiyên klîpên li ser Berxwedana Şêx Meqsûd dikir. Her çendî êriş dijwar bûn û me berdêlên giran jî didan lê dîsa me tu carî kar û xebatên xwe ranediwestand. Berhemên ku me amade kirin jî berxwedan, têkoşîn, lehengî û êşên ku di Berxwedana Şêx Maqsûd de hatine jiyîn vedibêjin. Piştî Berxwedana Şêx Maqsûd bi ser ket me klîpek bi navê "Berxwedana Şêx Maqsûd" çêkir. Ev klîp li Helebê hat kişandin û li Efrînê hat tomarkirin."

'Şerê gelê şoreşgerî hat meşandin'

Yesmîn Koşan diyar kir ku gelê Şêx Maqsûd bi şerê gelê şoreşgerî tê pênasekirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di nava rojên berxwedanê de bi taybetî jin tu carî nesekinîn û xebatên xwe dan meşandin. Gelek caran me xwarin ji şervanan re amade dikir her wiha li eniyên şer me şahiyên bi moral ji şervanên xwe re li dar dixist. Jinan roleke girîng di vê berxwedanê de lîst. Di nava vê berxwedanê de gelê Şêx Maqsûd bi navê gelê şerker û şerê gelê şoreşgerî li tevahî cîhanê hatin nasîn. Di nava şer û êrişan de me çanda xwe parast. Armanca dijmin a yekem bi êrişan ew bû ku çanda gel bide çewisandin lê çand nasnameya me ye û em ê jî xwedî li nasnameya xwe derkevin û nehêlin bê pişaftin û helandin."

'Çand bîra civakê ye'

Yesmîn Koşan herî dawî diyar kir ku armanca wan bi stran û berhemên ku derxistine ew e ku êş û azarên Şêx Maqsûd vebêjin û wiha got: "Armanca me bi çêkirina stran û klîpan ew e ku em êş û azarên taxa Şêx Maqsûd di dîrokê de binivîsînin. Bi riya stranên xwe me xwest berxwedana ku hatiye jiyîn her dem zindî bimîne û neyê jibîrkirin. Ji ber ku çand bîra civakê ye û bi hunera xwe her dem berxwedan, têkoşîn û êşên ku hatine kişandin qeyd dike. Her wiha em ji cîhanê re ragdigihînin ku gel li Şêx Meqsûd çawa li ber xwe daye û êşên mezin kişandine. Li gorî derfetan û bi îsrar me hewl da bi cil û bergên Kurdîi em vê klîpê tomar bikin. Stranên ku hatine derxistin, her dem berxwedana Şêx Maqsûd di bîra mirovan de dihêlin û wan rojan di bîra me de dihêlin.”