‘Bêyî beşdariya jinan entegrasyon çênabe’
Endama Koordînasyona Kongra Star Cewahir Osman diyar kir ku hikumeta demkî xwedî zihniyeta baviksalar e, rola jinan tenê di çarçoveyeke sembolîk de dihêle, naxwaze maf û daxwazên wan di warê siyasî û îdarî de esas bigre.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo –Di nav veguherînên siyasî yên li Sûriyeyê de, rola jinan wekî kevirê bingehîn di avakirina pergaleke nû de derdikeve pêş, nemaze bi daxwazên zêde yên ji bo pergaleke demokratîk ku beşdariya wekhev ji bo hemû pêkhateyên wê bêyî dûrxistin an jî bêalîkirin misoger dike. Jinên li Rojavayê Kurdistanê bawer dikin ku pêşeroja welat dikare tenê bi hevkariyeke rastîn a jinan di biryardayînê de ava bibe. Her wiha diyar dikin ku divê avakirina modeleke demokratîk ku pirrengiya neteweyî û çandî nas dike û roleke girîng dide civakê di rêvebirina karûbarên wê de, were avakirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Qamişloyê Cewahir Osman têkildarî vîzyona jinan ji bo şekildana Sûriyeya nû ji nûçegihana ajansa me re axivî. Cewahir Osman tekez kir ew ê weke jin bênavber têkoşîna xwe berdewam bikin.
Cewahir Osman da zanîn ku ew ji bo rola jinan di destûra Sûriyeyê ya nû de têdikoşin û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Em li dijî zihniyeta cîhadîst ku jinan qebûl nake têdikoşin. Eger pêşeroja Sûriyeyê tenê bi pêşengiya mêr be yan jî zihniyeta desthilatdar û olperest be, ev yek demokrasiyê li Sûriyeyê ava nake. Qebûlkirina jinan di aliyê sazî, leşkerî, hebûna jinan di destûrê de her wiha di parlamentoyê de divê hebe. Ev gavên pir girîng in û pêwîst e ji aliyê hikûmeta demkî ve werin avêtin. Me wekî rêxistin û tevgerên jinan hewl da, çalakî û têkoşîna xwe heta hebûna xwe di rêveberiya Sûriyeyê de misoger bikin, berdewam bikin.”
Hewldanên hikumeta demkî dijberî daxwazên gel in
Cewahir Osman di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hikumeta demkî dixwaze Sûriyeya li ser bingeha îslamî ava bike û got ku ev şêwazê avakirinê hişmendiyeke hişk û sînordar li ser civakê pêk tîne û wiha pê de çû: “Hikumeta demkî dixwaze Sûriyeyê li gorî hişmendî, desthilatdarî û bê hebûna jinan ava bike. Lê belê tenê bi hebûn jinan wê Sûriyeya demokratîk were avakirin. Hewldanên hikumeta demkî dijberî daxwazên gel in. Pêwîst e navê wê bibe Komara Sûriyeyê, ji ber ku gelek pêkhate li Sûriyeyê dijîn. Rejîma Baasê zêdetirî 50 salan bi rengekî Sûriyeyê bi rê ve dibir. Niha hikumeta demkî jî heman polîtîkayên wê pêk tînê her wiha olê bi siyastê ve girê dide û dixwaze Sûriyeya li ser bingeha îslamî tenê ava bike.”
Sûriye herêmeke bi çand ziman netew û olan dewlemend e
Cewahir Osman tekezî bi pêdiviya nivîsandina destûreke nû kir û wiha pêl da gotinên: “Hikumeta demkî dixwaze Sûriyeya li ser bingeha yek ol, yek netew, yek çand û yek ziman ava bike û li ser gelên herêmê ferz bike. Lê belê herêma Sûriyeyê bi çand, ziman, netew û olan dewlemend e. Ev herêm bi hişmendiya yekreng a hikumeta demkî nayê avakirin. Em weke jin pêwîst e helwestên xwe yên cidî li hemberî vê nêzîkatiyê raber bikin û xwedî helwestên zelal bin. Pêwîst e destûreke nû were nivîsandin ku hemû pêkhate bi maf, çand û zimanê xwe di Sûriyeyê de bi aramî bijîn.”
Hikumeta demkî derfet dide dewletên derdorê ku mudaxeleyî Sûriyeyê bikin
Cewahir Osman destnîşan kir ku hikumeta demkî bi hişmendiya yekreng nakokiyan û nearamiyê li Sûriyeyê ava dike û wiha bilêv kir: “Hişmendiya hikumeta demkî ya yekreng ku dixwaze di çarçoveya Komara Erebî de bi rêve bibe, rê li pêşiya nakokiyan di hundirê Sûriyeyê de vedike, pevçûnên navxweyî zêdetir dike û derfet didin dewletên derdorê ku mudaxeleyî Sûriyeyê bikin. Bêguman ev bandoreke neyînî li ser pêşeroja Sûriyeyê dike. Her wiha krîzên siyasî û aborî jî bi xwe re ava dike.”
Garantorên ku li ser dosyayên Sûriyeyê kar dikin
Cewahir Osman bal kişand ser peymana ku di 29’Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Şamê de li ser gelek xal û bendan hatiye îmzekirin, diyar kir ku yek ji xalên wê jî pêvajoya entgrasyona demokratîk e. Cewahir Osman got ku li gorî tê eşkerekirin rola jinan di pêvajoya entgrasyona emokratîk de tune ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Garantorên ku li ser dosyayên Sûriyeyê kar dikin li hemberî nêzkatiyên hikumeta demkî ya Şamê yên der barê hebûn û mafên jinan di Sûriyeyê de bêdeng in. Her wiha ew garantor jî pergalên desthilatdar in. Di entegrasyona demokratîk de jin jî aliyê leşkerî û rêvebirinê ve nehatine qebûlkirin.”