Bahoza sedsalê: Li Rûsya û Ûkraynayê 18 kes jiyana xwe ji dest dan

Rayedarên Ûkrayna û Rûsyayê, diyar kirin ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê 18 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Karên Hundir ê Ûkraynayê Îgor Klymenko, diyar kir ji ber bahozê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Îgor Klymenko, her wiha diyar kir ku 2 jê zarok 23 kes jî birîndar bûne.

Ji ber bahozê nêzî 1.9 milyon mirov bêelektrîk man

Bahoza ku di medya Rûsyayê de weke 'bahoza sedsalê' tê pênasekirin, li gorî rayedarên Rûsyayê li Qirimê û herêmên din ên Ûkraynayê ku hatine dagirkirin û her wiha li Moldovayê bûye sedema mirina 8 kesan.

Li 11 herêmên Ûkraynayê li zêdeyî 400 deveran ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê elektrîk qut bûye.

Wezareta Enerjiyê ya Rûsyayê, diyar kir ji ber bahozê nêzî 1.9 milyon mirov bêelektrîk mane.