‘Axaftinên wezîrê çandê ya HTŞ’ê berdewamiya siyaseta qirkirinê ye’

Endama Partiya Yekîtiya Suryan Xatûn Îsa daxuyaniya Wezîrê Çandê yê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya di destê HTŞ’ê de bi berdewamkirina siyaseta qirkirinê ya sala 1915’an pênase kir û got: “Kes nikare dîroka rast berovajî bike.”

RONÎDA HACΠ 

Hesekê – Wezîrê Çandê yê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di bin destê HTŞ’ê ya cîhadîst de ye, daxuyaniyek da û tê de agahiyên ne rast yên dîrokî yên derbarê zimanê Suryanî û koka navê Sûryaniyan de weşand. Wezîr di daxuyaniyê de got ku zimanê Suryanî “Zaravayek kevnar a Erebî ye.” Derbarê koka navê Sûrî de jî anî ziman ku li ser bingehek zanistî û dîrokî nehatiye binavkirin. Endama Partiya Yekîtiya Suryan Xatûn Îsa daxuyaniya Wezîr şermezar kir û destnîşan kir ku polîtîkayên tune hesibandina çandê tê meşandin.

‘Zimanê Suryanî zimanekî kevnar û bingehîn e’

Endama Partiya Yekîtiya Suryan Xatûn Îsa da zanîn ku ev daxuyanî dîrok û çanda gelê Suryan û Aşûriyan binpê dike û wiha domand: “Ev agahiyên ku di daxuyaniyê de hatin weşandin ne rast in û nayên qebûlkirin. Zimanê Suryanî zimanekî kevnare yê gelê bi hezaran sala ye. Beriya 2 hezar salî hezretî Îsa bi zimanê Suryanî axivî, lewma ev ziman zimanekî  bingehîn ê vê herêmê ye. Girêdayî şaxê Aramî ye û dîrokek wê ya bi belgekirî ya bi hezaran salan heye.” 

‘Em Sûriyeke ku ji cihêrengiya çandî, olî û dîrokî re rêzdar e dixwazin’ 

Xatûn Îsa destnîşan kir ku daxuyaniya Wezîrê Çandê yê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê xwedî tu kokên dîrokî û belgekirî nîne û wiha pê de çû: “Her navek ku tê dayîn, xwedî dîrok û rastiyek e. Navê Sûryanî jî xwedî kokek dîrokî ye. Koka navê Sûriyeyê dighê şaristanî û gelê herêmê. Yewnan ev nav lê kir. Ji ber ku tê de Akadî, Babîlî, Asûrî, Aramî û Sûryanî dijiyan. Lewma agahiyên ne rast yên ku li ser koka Sûrî belav kiriye, tê wateya neqebûlkirina pêkhateyên li herêmê û binpêkirina nasname û çanda gelê kevnar ê vê herêmê. Em xwediyên kevnar ên vê herêmê ne û zimanê Sûryanî zimanê herî kevnar e. Em dibêjin gerek Wezîrê Çandê agahiyên bi vî rengî belav neke û dîroka rast esas bigre. Sûriye, bi pêkhateyên xwe zengîn e. Dema maf û nasnameya pêkhateyek were binpêkirin, wê mafê her kesî were binpêkirin. Lewma em dixwazin di Sûriyeke de jiyan bikin ku rêzê ji cihêrengiya çandî û olî û dîrokî re were girtin. Em nikarin bêjin Sûriyeke nû eger îro daxuyaniyên binpêkirina nasnameya gelan tên kirin tê weşandin. Sûriyeya nû bi hemzêkirina pêkhateyên xwe nû ye, gerek xeletiya Rêjîma Baasê dubare nebe.”  

‘Daxuyaniya Wezîr berdewama komkujiya sala 1915’an e’  

Xatûn balkişand ser Komkujiya Seyfo û Simêl ku di 24’ê Nîsana 1915’an de pêk hatine. Xatûn destnîşan kir ku daxuyaniya wezîr, berdewama planên qirkirin û tunekirinê yên sala 1915’an e. Xatûn wiha got: “Di sala 1915’an de bi destê Osmaniyan komkujiya Seyfo û Simêl pêk hat. Di vê komkujiyê de bi hezaran gelê Suryan , Aşûr û Ermen hatin qetilkirin. Îro jî em dibînin dîrok xwe dubare dike û dixwazin siyaseta qirkirin û komkujiyê bidomînin. Em dibînin çawa daxuyaniyên binpêkirina nasname û hebûna gelê resen tê dayîn. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin û em dibêjin ku di cîhanê de û di dîrokî de jî ji bilî Sîstema Rêveberiya Xweser tu sîstem ji bo parastina maf û nasnameya gelan nebû. Em hebûna xwe di vê sîstemê de dibînin û bi vê sîstemê îro li hemberî siyasetê qirkirinê û komkujiyê em têdikoşin. Sûriyeke nû, bi sîstemek wekî sîstema rêveberiya Xweser nû ye. Di Destûra Sûriyeyê de gerek ziman û nasnameya me were parastin.”