Şandeya Şaredariya Peyasê Cejna Çarşema Sor li Midyadê pîroz kir

Endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê, Meclîsa Jinan û Rêveberiya Polîtîkayên Jinan ku çûn navçeya Midyada Mêrdînê, li cîh û mekanên Êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.

Midyad- Şandeya çûn serdana mekanê Êzidiyan, ji bo xurtkirina hevgirtina di navbera civakan de û rêzgirtina çandî, cejna Çarşema Sor a Êzidiyan, li mekanê pîroz ê  Êzidiyan pîroz kirin. 

Şandeya ji Endamên Meclîsa Şaredariyê, Meclîsa Jinan û Rêveberiya Polîtîkayên Jinan pêk dihat, destnîşan kirin ku ji bilî pîrozbahiyê, divê rêz li nirxên çandî yên gelê Êzidî jî werin girtin. Di daxuyaniya şandeyê ku li ser navê Şaredariya Peyasê hatiye dayîn de, wiha hat gotin: "Ev serdana me ya watedar, bi armanca geşkirin û xurtkirina têkiliyên di navbera civakan de ye. Pêwîst e di nav vê civakê û vê erdnîgariyê de hebûna gelê Êzidî bê qebûlkirin. Em wek Şaredariya Peyasê Cejna Çarşema Sor di serî de li gelê me yê Êzidî û paşê li tevahî bawermendên li ser vê xakê dijî pîroz dikin, aştî, tenduristî û aramiyê dixwazin." 

Şandeyê diyar kir ku dê serdana wan a li cîh û mekanên pîroz, bi taybetî pirrengiya çandî û tevna dîrokî ya gelê Êzidî li Midyadê xurttir û hestên hevgirtinê tekeztir bike.