‘Em ji Werîşe Muradî fêrî berxwedanê bûn’
Girtiya siyasî Gulruh Îrayî di peyamek xwe de behsa kesayeta girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî kir û got: “Werîşe yek ji wan jinan bû bi gulên rengîn zarokên Kobanê ji êrîşên DAIŞ’ê rizgar kir. Em ji Werîşe Muradî fêrî berxwedanê bûne.”

Navenda Nûçeyan- Girtiya siyasî Gulruh Îrayî ya di girtîgeha Evînê de tê ragirtin, bi peyamekê behsa nasîna xwe ya li gel girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî kir.
'Zarokên Kobanê ji êrîşan rizgar kir'
Gulruh Îrayî di peyama xwe de wiha got: “Werîşe Muradî yek ji wan jinan bû ku bi gulên rengîn zarokên Kobanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiriye. Werîşe bi dirûşma ‘Jiyan, ez yan li gel te najîm, yan jî ezê te bi azadiyê bixemilînim’ dest bi rojên xwe dike. Em ji Werîşe Muradî fêrî berxwedan û parastinê bûne. Werîşe Muradî piştî 5 mehan di hucreya yekkesî de maye, derbasî beşa jinan a girtîgeha Evînê hatiye kirin.”