Bi Modêla Montessorî tecrubeya dotin û haveynkirina şîr
Zarokên li Zarokîstana Perperîkê ya Amedê, bi modêla Montessorî çêlek dotin û haveynkirina şîr fêr bûn.

Amed-Mamosteyên li Zarokîstana Perperîkê ya girêdayî Midûriyeta Çandî û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê, ji bo xwendekarên xwe yên biçûk modêla perwerda Montessorî esas digirin. Mamoste di vê çarçoveyê de hewl didin bikêrbûna zarokan a di jiyana rojane de bipêş bixin.
Li Zarokîstana Perperîkê zarok her roj tiştek nû fêr dibin. Mamosteyên Zarokîstana Perperîkê zarokan bi awayek piralî perwerde dikin. Bi vê armancê, di feraseta wan a perwerdê de “fêrbûna bi çêkirin û jiyînê” li pêş tê girtin. Di vê çarçoveyê de zarokan dest bi dotin û haveynkirina şîr kirin.
Bi saya vê çalakiyê zarok hem pêvajoyên hilberandina xwezayî fêr dibin, hem jî berpirsyarî, sebir û xwebaweriya wan bipêş dikeve. Mamosteyên Zarokîstana Perperîkê diyar kirin ku ewê armanca xwe ya fêrbûna di nav jiyanê de, tecrubekirin û pêkanînê, bidomînin.