Artêşa Îsraîlê bi temamî Refahê dorpêç kir

Artêşa Îsraîlê herêma ku bi navê "Korîdora Moragê" tê zanîn girt dest û bajarên Refah û Xan Yûnisê ji hev vediqetand. Artêş xwe ji bo êrîşeke nû ya li ser Refahê amade dike.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê agirbesta meha Çileyê xirab kir û di 18’ê Adarê de dest bi êrişan kir. Ji wê demê heya niha band li sîvîlan dikir ku Refahê vala bikin. Bi sed hezaran Filistîniyên ku di destpêka pevçûnê de ji başûr reviyan û li herêmê kom bûn, niha li herêmek teng a bi deryayê re asê mane.

Zîvala Xezayê bû 3 parçe

Di daxuyanîya artêşa Îsraîlê de hat destnîşankirin ku yekîneyên Firqeya 36’an a li herêmê di 24 saetên dawîn da li ser rêya ku Refeh û Xan Yûnisê ji hev vediqetîne bi cih bûne. Artêşa Îsraîlê berê jî Korîdora Netzarimê ya li bakur girtibû. Bi girtina herêma başûr ku niha wekî "Korîdora Morag" tê zanîn, Zîvala Xezayê bi awayek fîîlî bû sê parçe.

Îsraîl daxwaza rehîneyê dike

Hikûmeta Îsraîlî dibêje, heta ku Hemas bi temamî neyê rûxandin û 59 dîl ên li Xezayê bên berdan, ew ê şer bidomînin. Hamas dibêje ku dê dîl bên berdan di berdêla lihevkirineke ku tê de leşkerên Îsraîlî ji Xezayê vekişin û daxwaza danîna çekên xwe red dike. Ji aliyê din ve dema ku êrîşên Îsraîlê didomin, alî li Qahîreya paytexta Misirê muzakereyan didomînin.