Li Şengalê cejna Cimaya Şêşems
Jinên Êzidî ku tevlî pîrozbahiya cejna Cimaya Şêşimsê bûn, anîn ziman ku sala pêş me dixwazin Êzidiyên di destê DAIŞ’ê de ne azad bin û di cejna cimayiyan de di nav miletê xwe de bin.

Şengal – Şêşims, di baweriya Êzidiyan de xwedawenda xwezayê, şev û rojê ye. Îsal bi hezaran kesî ji bo pîrozbahiya Cejna Cimaya Şêşims berê xwe dan gundê Cefriyê, cejna xwe pîroz kirin. Pîrozbahî di roja duyemîn de bi siwarkirina periya qubê bidawî bû.
Jinên Êzidî ku tevlî pîrozbahiya Cejna Cimaya Şêşims bûn, ji ajansa me re axivîn.
‘Cilên spî sembola me Êzidiyan e’
Şêrîn Silêman a ji Şengalê destpêkê cejna Cimaya Şêşims li hemû Êzidiyan pîroz kir û wiha got: “Cimayî ji bo me Êzidiyan gelek girîng û pîroz in. Ji ber ku Çarşema Serê Nîsanê jî di vê mehê de ye, bi taybetî meha Nîsanê pîroz e. Lazim e em bi cilên spî biçin mezargeh û cihên xwe yên pîroz, ji ber ku ev, edet û teqelîtên me ne. Divê kî were cihên pîroz, bi cilên spî were. Ji ber ku cilên spî, sembola me Êzidiyan e.”
‘Rojeke xweş û pîroz e’
Xezal Uso jî derbarê cejna Cimaya Şêşims de anî ziman ku ev rojeke xweş û pîroz e, vê rojê li hemû Êzidiyan pîroz kir û wiha pê de çû: “Em hêvî dikin hemû kesên Êzidî ku di destê DAIŞ’ê de ne, sala bê di cimayan de nav me de bin, bi taybetî jî jinên Êzidî. Her wiha divê Êzidiyên li kampan jî vegerin ser cîh û warên xwe. Di van rojan de Êzidî cilên spî lixwe dikin û xêrên miriyên xwe belav dikin. Roja yekem milet tê, xwarin çêdike û xêrên miriyên xwe dide. Roja duyem jî her kes tê periyan siwar dikin û diayên xwe dikin.”
Hêvî û daxwaza Êzidiyan
Xezal Uso herî dawî diyar kirk u hêvî û daxwaza wê ew e ku hemû Êzidî, bi taybetî jî Êzidiyên di destê DAIŞ’ê de ne, sala bê di cejna cimayiyan de di nav miletê xwe de bin û bi hev re cimayiyên xwe pîroz bikin.