Kongra Star şandeyeke ji Amerîkaya Latîn pêşwazî kir

Kongreya Star pêşwaziya şandeyeke ji Amerîkaya Latîn kir. Di hevdîtinê de ezmûna birêxistinkirina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mekanîzmayên xweparastinê hatin gotûbêjkirin.

Qamişlo – Şandeyeke ji welatên Meksîka û Arjantînê yên Amerîkaya Latîn serdana Navenda Kongeya Star a li Qamişloyê kir.

Şandeyê piştgriya xwe ji bo ezmûn û têkoşîna jinên li herêmê nîşan da û diyar kir ku ew ê hewl bidin van ezmûnan bibin welatên xwe.

Armanca endamên şandeyê ew bû ku fêrî mekanîzmayên birêxistinkirina jinan li vê herêmê bibin û çawa dikarin xwe û civaka xwe biparêzin.

Her wiha di hevdîtinê de êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê ya di sala 2018’an de û rewşa herêmê ya beriya rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ’ê û êş û azarên şêniyên herêmê ji destê çeteyan, hatin gotûbêjkirin.