Aktîvîsta Tûnisî: Em destek didin têkoşîna jinên Kurd
Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Racâ Duhmânî, diyar kir ku bi taybetî destekê didin jinên Kurd ên li Sûriyeyê û Îraqê têkoşîna azadî û rûmetê dimeşînin.

Navenda Nûçeyan – Li Tûnisê azadiya derbirînê, mafên ferdî û mafên jinan her ku diçe zêdetir tên nîqaşkirin. Parastina mafên mirovan ji bo saziyên civakî yên sivîl ên li Tûnisê, xwedî girîngiyek krîtîk e. Parêzvanên mafên jinan dibêjin em li dijî zextan û zilmê liberxwe didin. Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Racâ Duhmânî, diyar kir ku pêwîst e li Tûnis, Îran û welatên din, zextên li hember jinan bên sekinandin. Racâ, anî ziman ku bi taybetî jî destekê didin jinên Kurd ên li Sûriyeyê û Îraqê têkoşîna azadî û rûmetê dimeşînin.
‘Li Tûnisê zext zêde bûne’
Tûnis, di serdemeke hesas a dîroka siyasî de derbas dibe. Cudabûna di navbera hikûmet û muxalefetê de kûr bûye. Piştî ku yasayên nû hatin pêkanîn, tirsa sînordarkirina azadiya derbirînê û mafên mirovan her diçe zêdetir dibe. Rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navnetewî di raporên xwe de dibêjin ku li Tûnisê zexta siyasî û sînordarkirina mafên muxalifan, zêde bûye. Di vê atmosfera tevlihev a siyasî de rîska wendakirina destkeftiyên jinan ên bi taybetî jî di mijara mafên jinan de, tê rojevê. Rêxistinên mafên mirovan ên li Tûnisê, tînin ziman ku başkirina şertên li girtîgehan, parastina azadiyên ferdî û mafên jinan, pêwîstiyek lezgîn e.
Seroka Partiya Destûra Azad a li Tûnisê Abîr Musa, di greva birçîbûnê de ye
Li Tûnisê girtinên siyasî fikaran ava dikin. Seroka Partiya Destûra Azad a li Tûnisê Abîr Musa, di 12’ê Çileya 2025’an vir de li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye. Abîr di Cotmeha sala 2023'yan de hatibû girtin. Abîr diyar kiribû ku di dema girtî maye de rastî êşkenceyê hatiye û dest bi greva birçîbûnê kiribû. Hat ragihandin ku rewşa wê ya tenduristiyê xirab bûye, lewma ew rakirine nexweşxanê. Lê hikûmeta Tûnisê diyar kir ku ji xirabbûna rewşa wê ne berpirsyar e û destek da hemû sûcdariyên ku li wê tên kirin. Rêxistinên mafên mirovan jî dibêjin girtina Abîr, wek îşaretek paşketina azadiyên li Tûnisê ye.
‘Abîr Musa girtiyek siyasî ye’
Racâ Duhmânî, desteka ji bo Abîr Musa anî ziman û wiha got: "Em li ser navê Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê dibêjin ku Abîr Musa girtiyek siyasî ye û em mafê wê yê herî bingehîn diparêzin. Pêwîst e xwedî mafê xizmetek tibî û xwarinê be." Racâ da zanîn ku pêwîst e li hember mafên hemû girtiyan rêzdarî bê nîşandan. Racâ bang li rayedaran kir ku bihêlin dayîka Abîr here serdana wê.
Desteka ji bo tevgera jinan a li Îranê
Racâ Duhmânî, di konferansek ku li Tûnisê hat lidarxistin de binpêkirinên mafên jinan ên li Îranê jî anî rojevê. Di konferansê de Alîkara Serokomarê berê yê Îranê Enîse Hizalî jî hebû. Enîse destek da polîtîkayên ku zexta li hember jinan rewa dikin, lewma hat rexnekirin.
‘Em di hêla mafên jinan de paşketinê napejirînin’
Racâ diyarkir ku kes nikare gefan li mafên jinan ên di encama têkoşîna dirêj de bidest xistine bike û wiha got: "Emê nehêlin pergala zexthez a li Îranê di Tûnisê de bicîh bibe. Em di hêla mafên jinan de paşketinê napejirînin. Her wiha em hewldanên li hember jinan ku dixwazin bedena jinan bikin bin kontrola xwe, bi her awayî red dikin. Emê destûr nedin pêkanînên ku ji bo mafên jinan gef in. Zewaca bi darê zorê, sineta jinan û pêkanînên bi vî rengî nekarî bên pejirandin. Ev mijar di nav civaka Tûnisê de bên nîqaşkirin jî xeter dibe."
Desteka ji bo têkoşîna jinên Kurd û jinên li Îranê
Racâ diyar kir ku tevgera azadiyê ya ku li Îranê ji aliyê jinan ve li hember rejîma zexthez hatiye destpêkirin, çerxek dîrokî ye. Racâ da zanîn ku Komeleya Jinên Demokratîk a Jinan a Tûnisê destek dide jinên Îranî. Racâ wiha got: "Tevgera jinan a li Îranê, yek ji gavên herî girîng ên têkoşîna mafên jinan a li herêmê ye. Jinên Kurd jî li Sûriyeyê û li Îraqê li hember zilmeke mezin liberxwe didin. Em bi taybetî destekê didin jinên Kurd ên li Sûriyeyê û Îraqê têkoşîna azadî û rûmetê dimeşînin. Her wiha cezayên darvekirinê yên li Îranê dane aktivîstên jin ên li hember rejîmê serî rakirine jî, xeter in. Em wan cezayan şermezar dikin. Li Îranê jin tenê ji er ku nêrînên xwe tînin ziman tên darvekirin. Em vê yekê qebûl nakin. Emê heta dawî destek bidin têkoşîna azadiya jinan."
Têkoşîna jinên Tûnisî didome
Jinên Tûnisî ji bo mafên xwe û azadiya xwe têkoşîna xwe didomînin. Ne tenê ji bo jinên li welatê xwe, ji bo hemû jinan têdikoşin. Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê hem ji bo jinên li Tûnisê hem jî yên li herêmên din ên Rojhilata Navîn, destek dide û tîne ziman ku bi wan re di nav piştevaniyek de ye.
Racâ wiha dibêje: "Em bi jinên Îranî û jinên Kurd re ji bo azadî û wekheviyê têkoşîna xwe didomînin. Tu rejîmek zexthez nikare mafên jinan tune bike. Li Tûnisê jî li Îranê jî ev têkoşîn dê bidome."