Agirê serhildana Rojhilat û Îranê her ku diçe geş dibe
Di 40’emîn roja qetilkirina Mihemed Mehdî Keremî û Seyîd Mihemed Huseynî ku di 7’ê Çile de ji ber serhildana ku bi qetilkirina Jîna Emîn li Îranê dest pê kir, hatibûn darve kirin, çalakî bi hêztir berdewam kirin.
Navenda Nûçeyan – Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, di meha xwe ya şeşemîn de ye. Gel bi boneya 40’emîn roja mirina Mihemed Mehdî Keremî û Seyîd Mihemed Huseynî yên ku di 7’ê Çileya 2023’an de hatin darvekirin, li paytextê xwepêşandanan lidarxist.
Şervanên azadiyê, li Sinê, Mehabad, Lorîstan, Xurmatû, Cewanrûd, Qerwah, Kamyaran, Dehgulan, Bane, Bukan, Urmiye, Îlam, Kirmaşan û gelek bajarên din, kolanan dan ber agir. Çalakvanên ku pankartên dewletê daxistin, diyar kirin ku heta bi destxistina azadiyê ew ê dê berxwedana xwe bidomînin.
Çalakvanên ku li Sîstan û Belûçîstan, Dezap, Tahran, Îsfehan, Burucard, Melayer, Kerec, Yezd, Reşt, Ize, Şîraz, Meşhed, Qum, Hormuzgan, Alburz, Buşehr, Qezwîn, Arak û hin bajarên din barîkatan danîn, avahiyên hikûmetê dan ber agir. Di roja 40'emîn a darvekirinê de wêneyên kesên hatin darvekirin hatin hilgirtin. Daxwaza hilweşandina hikûmeta hat kirin.
Li Şîrazê jî hêzên rejîmê hewl dan bikarîna ava tazyîk xwepêşandanan bitepisînin. Hat diyarkirin ku Ize û Dezap jî di nav de li gelek bajarên di navbera hêzên rêjîmê û xwepêşanderan de pevçûn derket.