Şêniyên Wargehê bi meşek girseyî 8’ê Adarê pîroz kirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi meşek girseyî 8’ê Adarê pîroz kirin û gotin emê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hemu cure desthilatdarî têk bibin.
Mexmûr- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê, ji 1’ê mehê ve jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li ser linganin û rêzeçalakiyan li dardixin. Îro roja 8’ê Adarê tevayî jinên Mexmûrê bi cil û bergên xwe yên kurdî bi coşek mezin 8’Adarê pêşwazî kirin. Bi beşdarbûna hemu şêniyên Wargehê meş bi berz kirina dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok APO’ ji Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir, heya Navenda Çanda Huner berdewam kir. Piştre ji bo tevayî giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hat kirin û piştî rêzgirtinê li ser giringiya rojê Endama Rêveberiya Meclîsa Îştarê Bêrîvan Îşlek axivî.
‘Ji bona me her roj 8’ê Adarê ye’
Bêrîvan Îşlek di destpêka axaftina xwede 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemu şehîdên şoreşê pîroz kir û wiha berdewam kir: “Wek tê zanîn di wek roja îro 8’ê Adara 1857’an de li Emerîka jin ji bo ku mafê xwe bidest bixin destbi çalakiyan kirin. Lê sîstema desthilatdar ji bo ku vê çalakiyê bêdeng bike li kargeha ku jin têde kar dikin de şewat derdixe û di encama şewata ku derketî de 129 jinan jiyana xwe ji dest dan. Çalakiyên ku di wê demê de hatîn berdewam kirin heya sala 1977’an ev çalakî berdewam kir û êdî li Emerîka weke Roja Jinên Kedkarên Cîhanê hat pejirandin. Êdî li seranserê Cîhanê wek Roja Jinên Kedkarên Cîhanê hat pîroz kirin û li her cihî 8’ê Adarê bi şêweyên cuda tê pîroz kirin. Lê wek jinên Kurd ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşketî 8’ê Adarê ji bo me girîngiyek pir cuda heye. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Adarê de ji bo me diyariyek da, diyariya ku ji bo me dayî bîrdoziya rizgariya jinê ye. Ji ber ku her roj em bi bîrdoziya rizgariya jinê pêş dikevin, çalakî û rêxistinên xwe bi hêz dikin û ji bona me her roj 8’ê Adarê ye.”
‘Wê bi pêşengiya jin civak azad bibe’
Herwiha Bêrîvan Îşlek diyar kir ku ewê bi fikir û felseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe hîn bi hêztir bikin û got: “Li hemberî vê zanistê, têkoşîn û şoreşa jin û civakê sîstemek desthilatdar, dagirker jî heye, dixwazin ku her roj li ser me plan û projeyên qirkirin, tunekirinê bidin pêkanîn. Êrişên ku li ser gelê Kurd tê meşandin, qirkirin, girtin û tecrîda ku li girtîgeha Îmralî tê meşandin hemu ji tirsa ku jina Kurd, civaka Kurd îro xwe bi rêxistin kiriye. Lê li hemberî vê yekê emê wek jin û civak xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna we bi hêz bikin. Erdehaja ku li Bakurê Kurdistanê çêbûyî têkçûn û tunebûna sîstema AKP-MHP’ê ye, ev sîstema AKP-MHP’ê dibin navê erdhejên ku çêdibin, karesatên ku çêdibin de dixwazin civakê tune bikin, mafê gelê Kurd ji dest wan bigrin. Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jin û pêşengiya jin şoreş hat avakirin û mohra xwe li dîrokê da û li tevayî Cîhanê deng veda. Herwiha li Rojhilatê Kurdistanê îro bi mehane serhildanên ku tên kirin, di pêşengiya jin de di her alî de serhildan tên kirin û ev serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê tên kirin mîsoger dike ku wê bi pêşengiya jin civak azad bibe.
Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 10’ê Kanuna 2022’an de dest bi çalakiya nobeta azadiyê kiribûn. Di 1’ê Sibata 2023’an de ev çalakî vegerandin çalakiya gireva birçîbûnê ya bi demkî û dorveger û wê heya 8’ê Adarê bidome. Piştî meşa ku îro hatî li darxistin, çalakiya gireva birçîbûnê bi daxuyaniyekê bi dawî bû û veguherî çalakiyên cûr be cûr.
Li ser koma 17’emîn Sultan Yildiztan axivî û got: “Ev qasî sê mehane çalakiyên me berdewam dikin, lê starta çalakiya me heya 8’ê Adarê bû, ji ber wê yekê em îro dawî li çalakiya xwe ya greva birçûbûnê tînin. Lê çalakiyên me bi şêweyên cuda wê berdewam bikin heya ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan emê çalakiyên xwe bidomînin.”
Bi boneya 8’ê Adara roja jinên kedkar ên cîhanê Meclîsa Îştar ya wargehê gul diyarî xwişka Şehîd Evîn Goyî Zeyneb Kara û li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê jî gulek diyarî Sultan Yildiztan hat kirin.