Şêniyên Wargeha Mexmûrê: Kîlîda çareseriyê Rêber Apo ye

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 33’emîn û biryardarî didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewirgirtina koma 33’emîn û biryardariyek xurt didome.

Beriya merasîma dewirgirtinê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 32’emîn Hisên Guzereşî axivî.

‘Divê hemû gelê Kurd di nav çalakiyan de bin’

Hisên Guzereşî di despêka axaftina xwe de berxwedan û çalakiya girtiyên girtîgehan pîroz kir û wiha got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker yên van demên dawî de li ser gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Şengalê ku hemu binesaziyên jiyanî dikin hedef û bi dehan mirovên me qetilkirin, şermezar dikin. Ji bo ku ev êriş bêne rawestandin, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji vê kaosê rizgar bibin û bigihijin azadiya xwe, kîlîda çareseriyê Rêber Apo ye. Ji bo vê di serî de gelê Kurd û hemu gelên ku azadiyê dixwazin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de bin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 33’emîn û dirûşmeyan bi dawî bû.