Şêniyên Mexmûrê: Divê demildest bi Rêbertî re hevdîtin were pêkanîn

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê ji heft heta heftê salî ji bo agahiyekê ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li girava Îmralî ye û erdheja ku şevê din li Gemlîkê rû da meşek girseyî li darxistin.

Mexmûr – Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê jî ji bo ronîkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 25 sale li gireva Îmralî tê girtin û ev zêdeyî 33 meh e tu awayî agahiyek jê nayê girtin meşek girseyî li darxistin. Meş li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heya ber deriyê Netewên Yekbûyî. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî.

‘Her roj nûçeyên ku gumanên me zêdetir dikin ji Îmraliyê tên’

Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku her roja ku derbaz dibe gumanên gelê Kurd ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetir dibin û got: “25 sale Rêbertî bi pergaleke îşkencê ya girankirî re rû bi rû ye. Her roj nûçeyên ku gumanên me zêdetir dikin ji Îmraliyê tên. Kiryarên ku dewleta Tirk, NATO, hêzên hevgirtî yên ku di encama li hevkirinê de komploya 15’ê Sibatê pêkanîn, dixwazin kîjan kiryaran li Îmraliyê bidin pêkanîn her roja ku diçe rûyê wan ê derewîn derdikeve holê. Duh bi nûçeyekî ku em di mejî de hejandin re rû bi rû man. Tê gotin ku li Bursa Gemlîkê girava Îmraliyê ku dil û mejî yê me têde lêdixe erdejek pêkhatiye û em agahiyek ji Rêbertiya xwe nagirin. Li vê derê polîtîkayên ku hêzên hevgirtî yên hevparên komploya 15’ê Sibatê dixwazin di kesayeta Rêbertiya me de qirkirinê li ser gelê Kurd bide pêkanîn û bi awayek fîzîkî ji holê rake. Em ji vê erdehejê bi guman in. Hêzên hevpar dixwazin li Îmraliyê çi bikin û bi van kiryarên xwe dixwazin peyamek çawa bidin gelê Kurd baş dizanin.”

‘Pêwîstiya mirovahiyê bi fikr û felsefeya Rêber Apo heye’

Budak destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û hêzên hevkarê wî konsepta xwe ya îmha û qirkirina gelê Kurd bi hemu leza xwe xistine dewrê û wiha got: “Di 27’ê Sibata 2020’an de agirê ku li daristana nêzîkî Îmralî pêketî, di salên 2007 heta 2009’an de buyera ku jehrkirina Rêbertî û herî dawî jî duh derdora saet 11’an erdeheja ku li Bursayê pêkhatî. Evana hemu her ku diçe gumanên me zêdetir dikin. Îsal ji 10’ê Cotmehê û pêve kampanya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji aliyê gelê Kurd û dostên Kurd, rewşenbîr û hunermendan ve hatîn xistina rojevê û herkes dibêje ji bo ev serdem ji mirovahiyê re were qezençkirin, ji bo jin, ciwan û gelên bindest bigihin azadiya xwe û xwezaya ku em têde jiyan dikin ji talana hêzên hegemon rizgar bibe pêwîstî bi paradîgmaya Rêber Apo ya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya danî holê heye. Ji bo vê jê herkes îro li seranserî cîhanê bang dike ku demildest Rêber Apo bi awayek fîzîkî azad bibe û pêwîstiya mirovahiyê bi fikr û felsefeya Rêber Apo heye.”

‘Divê demildest gelê Kurd rabe ser lingan û qadan bihejîne’

Fîlîz Budak bang li saziyên mafên mirovan û CPT’î kir ku demildest bi erka xwe rabin û got: “Her kêliya ku em li vir jiyan dikin dibe ku li Îrmalî tiştên cuda rû bidin û ji hemu tiştên ku li Îmralî biqewime hemu hêzên dagirker û komploger berpirsyarin. Bi qasî wana hêzên ku dibêjin em demokrat in, parêzvanê mafê mirovanin û Kurd ê ku xwedî şerefin lê bêdeng dimînin ji vê yekê berpirsyari. Banga me ji CPT ya ku dibê ez komîteya pêşîlêgirtina îşkenceyê me pêwîste bi awayê exlaqî tevbigere. Di ber pêwîstiyên berjewendiyên xwe de divê li beramberî dewleta Tirk bêdeng ne mîne û demildest hevdîtin li Îmralî çêbibe. Divê demildest dadgehên mafên mirovan erkê xwe pêkbîne û gelê Kurd qadan bihejîne.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.