Gel ji bo Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan e

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û zanîna rewşa wî ya tenduristiyê û piştî erdheja li Bursayê, şêniyên bajarê Kobanê û Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û Suryan daketin qadan.

Navenda Nûçeyan – Di roja 4’ê Mijdarê de erdhejeke bi pileya 5.1 li behra Marmarayê çêbû ku li wir girtîgeha Îmraliyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dimîne heye. Piştî erdhejê ji ber ku 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan neyê girtin, gelê Kurd dest bi çalakiyan kir. Li bajarên Kobanê û Hesekê meşên girseyî hatin lidarxistin.

Kovbanê

Di vê çarçoveyê de îro şêniyên herêma Firatê, jin, ciwan, saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan û partiyên siyasî, bi dirûşma “Ewlekariya Rêber Apo berpirsyariya navdewletî ye” meşiyan.

Girseya gel li qada Jina Azad kom bû, bi berzkirina dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” meşiyan û heta ber dibistana şehîd Seydo ya li ser riya Cerablûsê rawestiya.

‘Hêrsa me gihîştiye lûtkeyê’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Arîn Kobanê axivî û wiha got: “Li Îmraliyê erdehejeke bihêz çêbû, ji ber vê ji duh ve dilê me ne rehet û em rewşa Rêber Apo meraq dikin. Em nizanin gelo çi li girtîgehê diqewime û ziyanên çawa çêbûne. Ji lewre em bi rengekî lezgîn agahî û serdana parêzeran ji Îmraliyê dixwazin. Divê ku di vê kêliyê de em rewşa serokê xwe bizanibin, jixwe 32 meh in agahî jê nayê girtin, di ser de jî ev erdhej çêbû. Êdî kêr gihîştiye hestî ji ber vê em gelek bi hêrs in û cîhanê jî hêrsa gelê Kurd dîtiye. Di dema girtina Serok de bi sedan ciwanên Kurd xwe şewitandin, ji bo vê tu hêz nikare li pêşberî hêrsa gelê Kurd raweste. Ger civaka navdewletî ku berpirsyarên ewlehiya Rêber Apo ne, naxwaze şahidiya hêrsa me bike divê di van kêliyan de hevdîtin bi Rêber Apo re pêk were.”

Jinên ku beşdarî meşê bibûn, bertek û daxwazên xwe ji me re anîn ziman.

‘Dem hatiye ku mirovahî li derdor Îmraliyê kom bibe’

 Bêrîvan Cuma bang li mirovahiyê kir ku li derdora girtîgeha Îmraliyê kom bibe û got: “Ji duh ve em di meraqa zanîna rewşa rêberê xwe de ne, beriya vê jî ev demeke dirêj e ku me agahî ji gireva Îmraliyê negirtiye. Dewleta tirk bi van polîtîkayan li pêşiya raya giştî, tevahî zagon û hevpeymanên navdewletî binpê dike. Civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan li pêşberî bûyerên ku li girtîgehê deqewimin, çavên xwe girtine. Li hemberî vê rewşê em ê êdî bêdeng nemînin, bi erdheja ku pêk hat re jiyana Rêber Apo di xeteriyeke mezin de ye. Lewre em bang dikin ku divê ji bo zanîna rewşa Rêber Apo seferberiyeke cîhanî pêk were. Têkoşîna Serokê me ya di girtîgeha Îmraliyê de ji bo hemû mirovahiyê ye, îro jî dem ew dem e ku mirovahî li derdora Îmraliyê kom bibe û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bipejirîne.”

‘Em ji bo Rêberê xwe seferber dibin’

Emîne Mistefa ya ji navçeya Çelebiyê jî wiha got: “Di dîroka mirovahiyê de bûyereke weke girtina Rêber Apo heta niha nehatiye jiyîn, gelo bi erdheja ku li Îmraliyê pêk hat re rewş di kîjan astê de ye. Dewleta tirk bi van kiryaran dike ku em ji Kobanê ber bi Îmraliyê ve biçin û dîwarên girtîgehê hilweşînin. Mafê me yê herî rewa ew e ku em rewşa Rêber Apo bizanibin her wiha mafê rêbertî jî heye ku hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike, nêrîn û helwestên xwe bîne ziman. Em ji bo vê mijarê gelek bi hêrs in, ne diyar e jî wê hêrsa me encamên çawa bi xwe re bîne. Ji ber vê, heta ku em agahî ji rêberê xwe negirin em ê her dem li ser piyan bin. Em bi metirsiyeke mezin li qadan in û li benda girtina agahiyan in.”

Li Hesekê gel li qadan bû

Şêniyên Bajarê Hesekê bi hemû Neteweyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen daketin qadan û daxwaza naskirina rewşa Rêber Ocalan bi meşekê kirin. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên Meclisa Malbatê Şehîdan û pankartên bi nivîsa “Bê Serok Jiyan nabe” hilgirtin. Meşê ji ber çerexeriya Sînalko dest pê kir û li ber bi çerxeriya Kevokê ya taxa Til Hecer veguherî mitîngê.

‘Ji bo em agahiyek ji Rêbertî bigrin em ê li qadan bin’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, ji rêvberiya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Abid El-Xenî Oso teqez kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şikandina îradeya gelan armanc dike û wiha axaftina xwe domand: “Îro pêkhateyên Hesekê bi hemû şêniyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen dixwazin rewşa Rêber Ocalan bizanibin. Em bang li tevahî gelên cîhanê dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Çand û felsefeya ku Rêber Apo li herêmê belav kiriye çand û projeyeke nû ye, çanda Neteweya Demokratîk e, çanda hevgirtina pêkhateyan e. Ji ber wê divê her kes xwedî li derkeve. Heta em agahiyek jê negirin em ê li ser lingan bin, heta em rewşa wî hîn nebin em ê ranewestin.”