Şêniyên Şehbayê li dijî ambargoyê meşiyan

Li dijî ambargoya rejîma Sûriyeyê ya li ser kantona Şehbayê koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirinê meşek li dar xistin.

Şehba – Meşa li dijî amburgo ku ji aliyê gel ve hatibû birêxistinkin, li navçeya Til Rifeta kantona Şehbayê pêk hat. Di meşê de gelê Efrîn û Şehbayê beşdar bûn û pankertên bi nivîsa "Dorpêça we vîna me naşikîne","Hûn nikarin bi dorpêçê me teslîm bigrin"û "Dorpêça we me natirsîne" bilind kiribûn.

Jinên ku beşdarî meşê bûn nêrîn û helwestên xwe li dijî dorpêça li ser Şehbayê bi me re parve kirin.

Li dijî dorpêçê berxwedan

Meryem Omer helwesta xwe li dijî dorpêça li ser wan tê ferzkirin wiha anî ziman: "Em îro daketine qadan ji bo şermezarkirina dorpêça ku li ser me tê berdewamkirin. Li Şehbayê koçberên Efrînê û gelê resen ên Şehbayê dijîn. Li aliyekî ambargo heye li aliyê din jî dewleta tirk rojane êrîşê me dike.  Em tu carî li hemberî dorpêç û êrîşan teslîmiyetê qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin. Em ê li dijî xwestekên dijmin xwedî sekn û îrade bin."

Bila rêxistinên cîhanî bi erkên xwe rabin

Erîfa Mustafa behsa dorpêça ku li ser wan tê meşandin kir û got: "Ev bû pênc sal em koçber in û gelek zehmetî û astengiyan dibînin. Di van demên dawî de li ser me ambargo heye, rejîma Sûriyeyê nahêle pêdiviyên bingehîn bigihîjin me. Ji ber vê rewşê dibistanên zarokan jî hatine girtin ev jî zirarek mezin bi xwe re tîne. Divê rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî bikevin nava liv û tevgerê û bi erkên xwe rabin. Daxwaza me ew ku dorpêç bê rakirin."

‘Siyaseta Tirkiye û Sûriyeyê bi hev re giredayî ne’

Nisrîn Mihemed siyaseta ku hêzên hegomanîk li ser wan didin meşandin şermezar kir û wiha got: "Em bi vê meşê dorpêça li ser herêmê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve şermezar dikin. Em di gelek astengî û zehmetiyên jiyanî re derbas dibin lê dîsa biryara me berxwedan e. Siyaseta dewleta tirk û hikumeta Sûriyeyê ji hev cuda nîn in, dixwazin bi riya êrîş û dorpêçê gel ji Şehbayê koçber bikin. Me siyaseta wan baş fam kiriye û tu carî em vê yekê qebûl nakin."