Şebnem Korur Fîncanci: Em bi israr in ku qirkirina Êzidiyan bê qebûlkirin

Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 3'ê Tebaxê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci axivî û diyar kir ku ew di pênaseya Qirkirina Êzidiyan de bisrar in.

Enqere – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi boneya 9’emîn salegera qirkirina êzidiyan ku weke Fermana 74’an tê pênasekirin, li avahiya komeleyê daxuyanî da. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fînanci û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tevli daxuyaniyê bûn. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Qirkirina êzidiyan: Bila 3’yê tebaxê weke roja bîranînê bê qebûlkirin” hatibû daliqandin. 

Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di dema qirkirinê de saziyên navneteweyî peywirên xwe pêk ne anîn. Di serî de Tirkiye, divê hemû welat bi vê wesîleyê komkujiya li dijî êzidiyan hatiye kirin weke qirkirin qebûl bikin. Em bang li tevan dikin ku rêzê bo mafê parastina rewa ya civaka êzidî bigirin.” 

Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci jî diyar kir ku ew di pênaseya qirkirina êzidiyan de bisrar in û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku ev kes di kampên penaberan de, di nava şert û mercên giran de dimînin. Dema weke TTB’ê em çûn serdana van kampan, me mercên jiyanê yên tê de dijiyan jî, binpêkirina mafê xwegihandina tenduristiyê jî vegotin. Di vê mijarê de hewldanên me yên cidî hene.”