Şandeya Navneteweyî: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e

"Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê”piştî hevdîtinên xwe yên li Stenbolê daxuyanî da û got: "Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e."

Stenbol - Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê”, ji bo hin serdanan bike hate Stenbolê. 

Li dijî tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 35 meh in agahî jê nayê wergirtin û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Taybet tê ragirtin, şandeyek ji Ewropayê hate Stenbolê. Şandeya “Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê” ku di nava wan de parlamenter jî hene, dê du rojan li vir hin serdanan pêk bînin. Navnîşana şandeyê ya îro ya ewil bû Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK’ê dike. 

Şandeyê serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê kir

Şandeyê serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya li Beyoglûyê kir. Parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Rêzan Sarica û Mazlûm Dînç û Berdevka Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebrû Gunayê şande pêşwazî kirin. Nûnera Partiya Çep a Almanyayê Konstanze Kriese, Seroka EFA’yê Maria Lorena Lopez De Lacalle, Nûnera Partiya Çep a Swêdê û Forûma Çep Ann Jessica Theresa Karlqvîst, Senatorê Meclisa Netewî ya Îspanyayê ya Eh Bildu (BASK) Josu Estarrona Elizondo, Wekîla Parlamentroya Katalonyayê (CUP) Montserrat Vinyets Pages, Senatora Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Ségoléne Amiot, Şêwirmendê Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Clément Evans û parlamentera Partiya Sor a Norveçê Hege Bae Nyholt di nav şandeyê de cih digirin. 

  Parêzer Îbrahîm Bîlmez, di serdanê de qala hewldanên ji bo rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan dikin kir. Bîlmez, der barê bêdengiya mekanîzmayên navneteweyî yên li dijî tecrîda Îmraliyê û hewldanên navneteweyî yên ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re agahî da şandeyê. 

Serdan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.