Îsraîlê vê carê nexweşxaneya zarokan kir hedef

Balafirên şer ên Îsraîlê, îro jî nexweşxaneya zarokan a Nasr a li rojavayê Zivala Xezayê kirin hedefa êrîşan.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê berdewam dikin. Balafirên Îsraîlê vê carê jî ketina nexweşxaneya zarokan a Nasr ku li rojavayê Zîvala Xezayê ye kirin hedef.

Di nûçeya ku di televîzyona El-Aksa ya Filistînê de hat weşandin de hat diyarkirin ku di bombebarana nexweşxaneya zarokan a Nasr de mirî û birindar hene. Hat zanîn ku balafirên şer di heman demê de li taxa Es- Sabra ya navendê ku nufusa wê zêde ye mizgeftek, li taxeke rojhilatê bajarê Refahê jî depoyek avê bombebaran kirine.   

Artêşa Îsraîlê li bajarê Xezayê çavkaniya kehrebeyê ya ji panelên rojê ji bo gel maye û jeneratora navendî ya nexweşxaneya El- Vefa ya Xezayê jî kir hedef û ket rewşeke ku nayê bikaranîn.