Îsraîlê 'navbera taktîkî' da êrişên xwe yê li ser Xezayê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku dê li hinek deverên Xezayê de ‘navbera taktîkî’ bidin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku dê di cejna qurbanê de li hinek deverên başûrê Zivala Xezayê de ‘navbera taktîkî ya rojane’ bidin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li bajarê Refahê êriş berdevam bikin û destnîşan kir ku her roj saet di navbera 08.00-19.00’an de li ser rêya ku ji Deriyê Sînor ê Kerem Şalom ê alîkariyên mirovî derbas dibin heta Kolana Selahaddîn û ji vir jî ber bi bakur ve êriş nayê kirin.

Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Parastinê ya Îsraîlê Yoav Gallant beriya planên ‘navbera taktîkî’ nehatiye agadarkirin. Qanala N12 jî îdîa kir ku ev plansazî bê agahiyê  Serokvezîr Binyamin Netanyahu ketiye meriyetê.

9 leşkerên Îsraîlê mirin

Li gor daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê hat ragihandin di 10’ê Hezîranê de li başûrê Xezayê de leşkerek ku di pevçûnan de birîndar bûye jiyana xwe ji dest daye. Li gor rojnemeya Yedioth Ahronoth ya Îsraîlê, di 10’ê Hezîranê de dema berxwedêrên Filistînê li bajarê Refahê avahiyeke ku leşkerên Îsraîlî lê bi cih bûne bombe kir, leşkerek birîndar bûye.

Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku di pevçûnên li başûrê Xezayê de 8 leşkerên wan hatine kuştin. Bi vî awayî hejmara leşkerên Îsraîlî yên ku ji 7'ê Cotmehê vir ve hatine kuştin, derket 659’an ku 307 ji wan di pêvajoya dagirkirina bejayî de bûn.