Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezayê zêde kir

Îsraîl "ji bo operasyona bejayî" amade bike êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezayê zêde kir. Îsraîl bi balafirên şer li Kampa Cenin xist, bi fuzeyan êrîşî balafirgehên Şam û Helebê jî kir.Îsraîl "ji bo operasyona bejayî" amade bike êrîşên xwe yên li ser Şerî

Navenda Nûçeyan – Piştî operasyona Hemasê ya bi navê 'Tofana Eqsayê' ya di 7'ê Cotmehê de pêk hat, qetlîamên Îsraîlê yên li Şerîda Xezayê ku sivîl û cihên niştecihbûnê dike hedef, dewam dike.

Daxuyaniya Îsraîlê: 'Em ê bikevin Şerîda Xezayê'

Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Herzî Halewî duh gotibû: “Em ê bikevin Şerîda Xezayê. Ji bo tunekirina hêmanên girêdayî Hamasê em ê operasyonê pêk bînin.Em ê wêne û dîmenên kesên ku di êrîşa ku du hefte berê roja Şemiyê (7’ê Cotmehê) pêk hat de jiyana xwe ji dest dane jî li ber çavan bigirin.”

Herzî Halewî got, "Xeza tevlîhev e, Xeza qelebalix e" bal kişand ku Hamas li dijî operasyona bejayî ya Îsraîlê amadekariyan dike û wiha got: "Dijmin li wir gelek amadekariyan dike, lê em jî li dijî wan amadekariyan dikin. Di operasyona bejayî de hemû îmkanên artêşa Îsraîlê bi me re tên. Bi vê ramanê wêrek bin. Pir bi biryar bin û di leşkerên xwe de bawerîyek bilind derxînin. Ev ruh wê serkeftinê bîne.”

Îsraîlê êrîşên xwe zêde kirin

Piştî daxuyaniya duh a Sererkanê Îsraîlê Herzî Halewî, êrîşên Îsraîlê yên bi armanca "amadekariya operasyona bejayî" danê vê sibehê zêde bûn. Hêzên hewayî yên Îsraîlê Mizgefta El-Ensarî ya li kampa Cenîn a penaberan a li Şerîeya Rojava ku di demên borî de rastî gelek komkujiyan hatibû kirin, kir hedef. Artêşa Îsraîlê îdia kir ku mizgefta navborî ji aliyê Hamasê ve hatiye bikaranîn û li gor îstixbaratê ji vir va li dijî niştecihên dereqanûnî yên li herêmê êrîşên wek yên li Xezayê hatine plankirin.

Rojnameya Haaretz nivîsand ku kampa Cenîn rastî êrîşa balafirên şer hat û piştî Întîfada Duyemîn ev cara yekem e. Wezareta Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Filistînê ragihand ku di êrîşa mizgeftê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji 7’ê cotmehê heta niha hejmara kuştiyan li Şerîeya Rojava di êrîşên Îsraîlê da derket 90’î. Di êrîşa ku danê sibê ji aliyê artêşa Îsraîlê ve li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezayê hat lidarxistin de 12 kesan jiyana xwe dest dan, piraniya wan giran, jê 17 kes birîndar bûn.

Balafirgeha Şam û Heleb hat hedefgirtin

Medyaya dewleta Sûriyeyê  di daxuyaniya xwe de ragihand ku Îsraîlê îro danê sibehê bi fûzeyan balafirgehên navnetewî ên Şam û Helebê hedef girtiye. Hat diyarkirin k udi êrîşê de 2 karker jiyana xwe ji dest dane û balefirgeh di asta nebiranînê de ye.  Seferên balafiran ber bi balafirgeha Laziqiyê ve tên veguhestin

Li Lûbnanê li sînorên heremên tampon tê firehkirin

Artêşa Îsraîlê biryara xwe ya berfirehkirina herêma tampon ku ji 7’ê Cotmehê ve li ser sînorê Libnanê li bakur çêkiriye, ku eniyeke din a şer e, ragihand. Di daxuyaniya danê sibê de hat ragihandin ku li herêma ku bi Hizbullahê re pevçûnên dijwar dewam dikin dê 14 wargehên din bên valakirin. Hefteya borî Îsraîl ji 28 nuqteyên 2 kîlometre dûrî sînor sivîl derxistin.

Li Xezayê hejmara miriyan gihîşt 4 hezar û 385 kesan

Li gor daxuyaniya nîvîskî a wezareta karûbarên hundirîn; Artêşa Îsraîlê Mizgefta Toubeyê ya li rojavayê Kampa Penaberan a Cebeliyê û Bazara En-Nusayrat a li navenda Xezeyê bombebaran kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşa li ser Bazara Nuseyratê de kuştî û birîndar hene.

Wezareta Tendirûstiyê a Filistînê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê de heya niha 4 hezar û 385 kes jiyana xwe ji dest dane ji wan 756 zarok in, 13 hezar zêdetir jî birîndar hene. Çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku 306 esker, hezar û 400 Îsraîlî jî jiyana xwe ji dest dane, 4 hezar û 834 kes jî bîrîndar bûne.

Li Tel Avîvê protesto

Çalakiya protestoyê ya ku li Tel Avîva Îsraîlê bi daxwaza lihevkirina kesên di êrîşên 7’ê Cotmehê de ji aliyê Hamasê ve dîl hatibûn girtin, dest pê kir, zêde dibe. Bi sedan kesên ku di nav wan de Îsraîliyên ku xizmên wan hatin girtin jî di nav de, duh hatin cem hev û bang li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kirin. Di xwepêşandanê de bang li Benjamin Netanyahu hat kirin ku îstifa bike û ji bo serbestberdana rehîneyan agirbest were xwestin. Wêneyên kesên ku tê texmînkirin ku ji aliyê Hamasê dîl in jî li dîwarê ku bi Fransî li ser "Ne me quitte pas" (Min nehêle) hatibû daliqandin.

Di êrîşên komên çektar ên Filistînê yên bi pêşengiya Hamasê yên di 7'ê Cotmehê de pêk hatin de gelek Îsraîlî jî dîl hatibûn girtin. Artêşa Îsraîlê duh hejmara dawîn a rehîneyan 210 ragihand. Li aliyê din Hamas îdia dike ku di destê wan de 200 rehîneyên wan ên Îsraîlî hene û li gel komên din jî 50 rehîneyên Îsraîlê hene.