Îsraîlê beriya agirbestê êrîşên xwe yên li ser Xezayê tundtir kir

Arteşa Îsraîlê, beriya ku saetan ji bo “navbera mirovî” ya çarçoveya lihevkirina bi Hamasê pêk anî re bimîne, êrîşên xwe li ser Xezayê tundtir kir. Qaterê, diyar kir dê di saetên pêş de saeta bicîhanîna lihevkirinê were eşkerekirin.

Navenda Nûçeyan- Hatibû ragihandin ku bi hevkirina di navbera Hamas û Îsraîlê de ku bi navbeynkariya Qatar û Misirê pêk hat dê ji pevçûnên li Zîvala Xezayê ya Filistînê 4 rojan rawestin û hevguhertina rehîneyan pêk were. Dema nezelaliya têkildarî agirbest dê kengê were bicîhanîn didome, balafirên şer ên Îsraîlê tevahiya şevê li gelek deverên Zîvala Xezayê cihên niştecihbûnê yên sivîlan bombebaran kirin.

Li dijî 3 malan êrîş pêk hat

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, li herêma Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê ji saetên êvarê vir ve êrîşên dijwar tên kirin, di êrîşa hewayî ya li taxa Benî Suheyla ya li ser 3 avahiyên ku sivîl lê diman de, kesek jiyana xwe ji dest da û zarokekî ku birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Nasir. Hat diyarkirin ku ji ber bombebarana dijwar tîmên parastina sivîl û lêgerîn û rizgarkirinê di gihîştina herêmê de zehmetiyan dikşînin û di bermahiyên 3 malên hilweşiyan de bi dehan kes hene.

Di êrîşên duh bi şev de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku di encama bombebaranên hewayî yên li herêmên Beyt Lahiye, Beyt Hanûn û Cibaliya yên li bakurê Xezayê pêk hatin de, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku cihên nîştecihbûnê ji bilî balafirên şer tevahiya şevê bi topan rastî êrîşan hatine.

Di bombebarana hewayî ya li ser malên malbatên Ebû er-Rûs û El-Kurd ên li herêma Dêr Belah a navenda Xezayê de jî 7 kes jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hat diyarkirin ku apartmaneke li Kampa Penaberan a Nusayrat a li navenda bajêr bi roketan hatiye hedefgirtin û di encamê de kesên mirî û birîndar hene. Hat ragihandin ku malên sivîlan ên li Taxa Şeyh Ridvan jî ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatine hedefgirtin. Her wiha di êrîşa hewayî yên li dijî cemiyeta xêrxwazan a li nêzî Nexweşxaneya Kuweytê ya li bajarê Refahê ya girêdayî sînorê Misrê de jî kesên mirî û birîndar hene.

Qeterê daxuyanî da

Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Qeterê Macid el-Ensarî, di daxuyaniya xwe ya li ajansa fermî ya Qeterê QNA’yê de diyar kir hevdîtinên li ser hûrgiliyên peymana navberdayîna mirovî ya ku bi navbeynkariya Qeter û Misrê hat meşandin û Hamas û Îsraîlê gihiştin lihevkirinê, bi erênî berdewam dikin. Macîd el-Ensarî ya diyar kir dê di saetên pêş de saeta bicîhanîna lihevkirinê dê were eşkerekirin û da zanîn ku ji bo demildest navbera mirovî dest pê bike û alî li gorî lihevkirinê tevbigerin, bi hewldanên Misir û DYE’ê xebat hatine meşandin.

Li gorî hikumeta Xezayê ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de zêdetirê 6 hezar jê zarok û 4 hezar jê jin 14 hezar û 532 kes jiyana xwe ji dest dane.