Îsrail zarokek din ê Filistinî qetil kir

Di encama guleya hêzên Îsrailê de Muhammed Ferid Şevkî Ez-Zearir ê 15 salî ê Filistinî hate qetilkirin. Filistinên ku Îsrail şermezar kir, destnîşan kirin ku oparasyonên kuştinên Îsrailê ên rojane li dijî hiqûqa navnetewî meydanê dixwînin.

Navenda Nûçeyan – Di daxuyaniya niviskî ya wezareta tendirûstiya Filistinê de diyar kir ku li Başûrê El Halil li bajarokê Esû Semu di encama êrîşa guleya hêzên Îsrailê de Muhammed Ferid Şevkî Ez-Zearir ê 15 salî ê Filistinî jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa Îsrailê li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal di daxuyaniya ku dayî de îdea kirin ku zarokê 15 salî ji ber hewl daye êrîşa bi amura birinê pêkbîne hatiye kuştin.

Filistiniyek din jî bi heman îdeayê hatibû qetilkirin

Artêşa Îsrail duh li Rojhilatê Kudus û li bajarê El- Halil yek jê zarok dû kes qetilkirin. Artêşa Îsrailê da zanîn ku li El Halil qetilkirina zarokê Filistînî bi heman îdeaya ‘hewldana êrîşa bi amura birinê’ hatiye kuştin û cih neda hurguliyên bûyerê û wêneyê amura birinê li ser rêyê parve kirin! artêşa Îsrailê derbarê nasnameya zarokê Filistînî de tu agahiyek nedan.

‘Bêdengiya navnetewî cesaret dide Îsrailê ku sûcên xwe bidomîne’

Li aliyê din berdevkê wezerate dewleta Filistinê Nebil Ebu Rudeyne di daxuyaniya nivîskî dayî de sucên rêveberiya Îsrailê ên ku li Şerîda Rojava pêkanî şermezar kir û destnîşan kir ku cesaretkirina berdewamkirina sucên Îsrail ên li beramberî gelê Filistinê  ji ber  bêdengiya navnetewî ye û ji ber hesabnedayinê rê li ber vê rewşê vekiriye.

Nebil Ebu Rudeyne bal kişand ser qetilkirina ciwanan li bajarên Al- Halil û Kudus ji aliyê Îsrailê ve û wiha got: “Hêzên Îsrailê, bi oparasyonên kuştinên rojane meydanê ji hiqûqa navnetewî re dixwînin. Oprasyonên kuştinê, înfazên li qadan, serdegiritin bajr,a gund û qampan di berdewamkirina cezakirinên hişk û giştî li dijî gelê me îsrar dikin. Vana tu para xwe ji mirovatî, hiquqa navnetewî û rewatiyê negirtiye.”

Nebil Ebu Rudeyne di serî de bang li Konseya ewlehiya Netewê Yekgirtî (NY), saziyên navdewletî kir ku divê navnetewî ji bo gelê Filistin ewlehiyê ava bike û vê biryarê pêkbîne û ji rêveberiya ABD’ê xwest ku beriya hemû tişt derbaz bibin mudaxele bikin. Nebil Ebu Rudeyne îşret bi wê yekê kir ku berpirsê vê rewşa xirab ABD û Îsraile.