Îran bi girtinan hewl dide serhildanê bitepisîne
Piştî serhildana li Îranê ji aliyê darazê ve hewl didin bi sedan kes bên bêdengkirin. Li gel berdana hin çalakvanan, binçavkirina hinek çalakvanan tê dirêjkirin û darizandina wan vediguhere îşkenceyê.

Navenda Nûçeyan – Hat zanîn ku çalakvana mafên mirovan û jinan a Îranê Fatemê Sepehrî li Girtîgeha Vekil Abad a Meşhedê girtî ye û bêyî ku hincetekê bide parêzerên wê, heyama girtina wê bo cara sêyemîn hatiye dirêjkirin. Xwişka wî li ser torên dîjîtal zanyariyên herî dawî derbarê wî çalakvan de parve kir ku bi salan e ji ber çalakiyên siyasî û xebatên mafên mirovan di girtîgehên Îranê de ye. Di nivîsa ku tê de hate gotin ku parêzerên malbatê ji ber sedema dirêjkirina dema binçavkirinê nehatine agahdarkirin, her wiha hate gotin ku Fatme Sepehrî beriya demeke kurt ji ber kîsta destê xwe yê çepê du emeliyat derbas kiriye. Di heman nivîsê de hat gotin ku her çend Fatîme Sepehrî pêwîstî bi dermankirinê heye, lê dirêjkirina girtina wê tê wateya îşkenceyê.
Parazvanên mafên mirovan a berdana Fatemeh Sepehrî ya îmzeya wê di bin peyama ku îstafa Humeynî daxwaz dike de cih digre, daxwaz dikin li ser medya dîjîtal bi hastagha #FreeFatemehSpehri kampanyayê didomînin.
Parêzer Elham Zeraat Pisheh hat girtin
Ji aliyê hevalê wê ye parêzer Hejran Axayî ve hat ragihandin ku endama Baroya Fars û parêzer Elham Zeraat Pisheh hatiye girtin û wê birine cihekî ne diyar. Parêzer diyar kir ku bi biryara Dadgeha Maroodastê 2 polîs Elham Zeraat Pisheh girtine.
Saba Shaardoost bi kefalet hat berdan
Rojnamevana Îranî û parêzvana mafên mirovan Saba Shaardoost jî duh bi şertê kontrola edlî hat berdan. Rûniştina dozê ya çalakger dê bidome. Saba Shaardoost ku nûçe û nivîsên wê yên der barê serhildanê de wekî hincet hatin nîşandan, di Cotmeha 2022’an de bi hevjînê xwe Mila Fadaî Asal re hatibûn girtin. Saba Sheardoost li Girtîgeha Evînê girtî bû. Hate hînbûn ku Saba Shaardost û hevserê wê jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.